Weha xuya ye ku DAIŞ mîna berê nikare êrîşên giştî bi çekên giran li dijî Rojava pêk bîne. Di vê dema dawî de vê rêxsitina terorê derbên giran xwarin. YPG û hêzên hevkar herema Til Abyad ya stratejîk ji destê wê derxistin. Niha YPG derdora kantonên Kobanê û Cezîrê ji bermayên DAIŞ´ê paqij dike. Oprasyon û hemleyên YPG´ê bi awayekî xurt dewam dikin. Jixwe hevkarên di “Burkan El-Firat” de jî xwe dicivînin ser hev û hewl didin bi demê re Reqayê ji destê DAIŞ´ê xelas bikin.
Di warê stratejîk de mirov dikare bêje DAIŞ qelis bûye. Giran birîndar bûye. Nema dikare êrîşên mezin û bi rêk û pêk bîne ser Rojava. Her weha gelek kuştî jî vê dema dawî daye. Damarên jiyana wê bi Tirkiyê û AKPê re hatine birîn. Ji ber hindê DAIŞ serî li şêweyên nû yên êrîşan daye. Êrîşên ji nişka ve, lezgîn û bi riya komên şer yên ku tenê ji 5-100 çekdarî pêk tê. Li Koban, Til Abyad û Serê Kaniyê êrîşên bi vî şêweyî pêk anî. Mirov dikare bêje ku êrîşa li dijî bajarê Hesekê pêk hat ew jî dikeve vî warî de. Her weha li Qamişlo jî hêzên Asayişê komek çekdar girtin. Ev hemû nîşanên têkçûna DAIŞê ne. Ev rêxsitin dê di dema pêş de êrîşên mobîl pêk bîne. Dê bi riya komên bi çûk hewl bide êrîşên sabotacê pêk bîne. Jixwe êrîşên bi erbeyên bombebarkirî û yên xwekujî dê berdewam bikin.
Di komkujiya Kobanê de û êrîşa li dijî Til Abyad xuya dibe ku DAIŞ mîna “reşikê şevê” diherike nava malan û wek gurê har dest bi kuştinê dike. Zêdetir sivîlan dikuje, da ku tirsa xwe dîsa bixe dilê milet û sawa xwe ya berê vegerîne. Armanc ji weha şêweyên êrîşan ew e ku gel terorîze bike û nerihetî û nebaweriyê biafrîne. Jiyana rojanae ya li heremên Rojava bike dujeh û gel ber bi koçberiyê ve dajo.
Di vê rewşê de karê zêde dikeve ser milê hêzên Asayişê. Divê tedbîrên ewlekariyê zêdetir xurt bibin û lêkolînên istixbaratî jî berfireh bibin. Divê gel bi hêzên Asayişê re hevkar û alîkar be. Divê rewşa welatiyên ku ji heremên din yên Sûriyeye li Rojava bûne koçber, were lêkolîn kirin û nasname ji bo wan werin dayin. Divê bête pirsîn û şopandin ka ev mirov/malbat çawa û ji kur debara xwe dikin?. Liv û tevgera wan çawa ye, gelo ji Rojava derdikevin û dîsa vedigerin an na?
Her weha alîgerên rêxsitina muxalefeta Sûriyeye ya bi navê „Itîlaf“ jî divê mîna kesên cihê gumanê werin dîtin. Ev “Itîlaf” (ENKS jî di nav de) bûye mîna basikê siyasî yê rêxsitina DAIŞê û li dijî Rojava şerekî qirêj di warên siyasî û diplomasî de dimeşîne. Her dema ku DAIŞ komkujiyan pêktîne û êrîşî sivîlan dike, ev „Itîlaf“ tê û van kiryaran dinuximîne û dest bi kampaniyek reşkirinê li dijî YPG dike. Jixwe niha DYA gelek kesên ku di nava vê „Itîlafê“ de cihê xwe digrin, xistine nava lîsteya terorê û destûra derbasbûna wan ya ji bo xaka xwe nade. DYA wan kesan wek „hevkarên muhtemel yên bi Cebha E-Nûsra“ re dibîne. Divê rêveberiya Rojava helwestek bi heman şêweyî bigre. Divê lîsteya terorê bête çêkirin û navên kesên çete û hevkarên komên terorîst û yên destekê didin hêzên qatil û wan li dijî Rojava sor dikin, destek dikin û mafdar dibînin, lê were zêdekirin.
Rojava îro şerekî mezin û dijwar li dijî xurtirîn û xwînmijtrîn hêza terorê ya cîhanê dimeşîne. Ev hêz zarok û jinan dikuje û qet pîvanan nas nake. Loma divê li dijî her kesê ku desteka vê hêzê dike, tedbîrên cidî û xurt werin girtin.
Ji bo gelên Rojava û tecrûbeya ku bi ewqas xwîna şehîdan hatiye vê radeyê bête parastin, divê sistî derkeneve û ber devê kesekî neyê kenîn....