Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê dan xuyakirin, ku di çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengalê de rêze çalakiyên sûîqestê hatine lidarxistin û got:"Di 31'ê Çile de saet 16:30´an, 18:00´an û 21:30´an li derdora taxa Sûka Jêr çalakî hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de 2 çete hatin kuştin, çeteyke jî birîndar bû."

Fermandariyê ragihand ku di êrîşa 30'ê Çileyê ya bi çekên giran a li navenda Şengalê de endamê HPG'ê Rustem Caf (navê malê Şiwan Kofo) bi giranî birîndar bûye û li gel hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest daye. 

Cenazeyê Rustem Caf doh ber bi êvarê gihişt bajarê Silêmaniyê û paşê ji wir cenaze dê biçe Helebce. 


 ŞENGAL