Li ser hebûna rêxistina îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) di nava DAIŞ'ê de, agahiyên nû derketin holê. Notên bi Tirkî yên ji nava belgeyên ketin destê YPG û QSD'ê, têkiliya DAIŞ û dewleta Tirk piştrast dikin.

Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên 10'ê Adara 2015'an ên li hemberî Til Xenzîr, Girê Spî û Kobanê de, ketibû rojevê ku leşkerên Tirk alîkarî dane çeteyan û bi xwe di nava êrişan de cih girtine. Nota ji Ebû Meryem re hatiye nivîsandin û ser wê hatiye xêzkirin, vê îdîayê piştrast dike. Di notê de tê gotin, "Keko em bikevin nava wan, wan bikujin û vekişin."


Rê û rêbazên hînbûna Tirkî

Ji notên çeteyan ên li biryargehên DAIŞ'ê yên Hol, Şedadê, Kizwanan û Girê Spî ji aliyê YPG û QSD'ê ve hatin bidestxistin, sewqiyat û îdareya di navbera MÎT a Tirk û çeteyên DAIŞ'ê de tê fêmkirin. Di van notan de derdikeve holê ku çeteyên DAIŞ'ê yên ji welatên cuda yên cîhanê hatine û bi alîkariya dewleta Tirk tevlî DAIŞ'ê bûne, dersên hînbûna bi zimanê Tirkî dîtine. Ev yek jî radixe pêş çavan bê ka MÎTa Tirk çiqasî li ser DAIŞ'ê serdest e.

Di nava van notan de her wiha nivîsên di navbera payebilindên li biryargehan, perwerdeya li ser çek û bikaranîna teqemeniyan, alîkariya destpêkê û bidesxistin û bikaranîna madeyên kîmyewî hene.


Reçeteyên nexweşxaneyên Tirk

Her wiha reçeteyên Nexweşxanaya Nexweşiyên Zarokan a Amedê ya Sekreteriya Yekîtiya Xizmetên Cemaweriyê ya Amedê, ku ser bi Saziya Nexweşxaneyên Cemaweriyê ya Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê ye û amblema Kizilay a Tirk li ser e, hatin dîtin. Ev reçete bi zimanên Erebî û Tirkî hatine amadekirin.

Bandora teqemeniyan û hişyariya 'Baldar be, şaşîtiya tu bikî, dibe ku şaşîtiya dawî be" bi Tirkî hatiye nivîsandin.

Di perwerdeya taybet a li ser çeka sekvaniyê de, li textê nîşangirtinê, bejna jina PKK'yî weke pîvan tê nîşandan. Di van notan de mînak tê dayîn û tê gotin, "Bejna jineke PKK'yî 1.52 ye, mesafe jî 700 metre ye."


Komandoyên întîharî direvin

Ji van notan her wiha tê fêmkirin ku çete di nava xwe de li hev nakin, ji ber ku bi serê xwe tevdigerin, dîsîplînek wan nîne. Di belgeya 25.10.2015 de ji bo yên naxebitin û reviyane wiha tê gotin: "Ebû Hacer 20 rojan nexebitî. Civata Ûbû Vat 10 roj in naxebite, ji 25.10.2015 û vir ve. Mûhamed Şaşanî derew kir, reviya, çû navêt. Amcet û Ebû Abdurrahman. Ebû Yasîn got wê çalakiya întîharî bike, çû lê di rê de vegeriya."


Navên di rêveberiyê de û ala Tirk

Noteke din a balkêş li ser cihê wezîfeya emîran e. Xuya ye ev not ji aliyê serçeteyekî payebilind ve hatiye nivîsandin. Di vê lênûsê de wezîfedarkirinên rêveberiyên Fav, Reqqa, Mûsil û Gîzeyle dinivîsîne.

Li gorî notên di lênûsê de; di rêveberiya Fav de Ebû Osman, Ebû Mûsemme, di rêveberiya Mûsil; Reqqa de E. Katade, E. Kûteybe, E. Hamza Semawî; Mûsil E. Hasan Sebavî hene. Di rêveberiya Gîzyele de E. Kaîl Yemenî, E. Mihemed Teffanî, E. Bekir Îsmaîlî hene.

Di nava notên Tirk ên DAIŞ'ê de ku ala Tirk jî di nav de heye, bi sedan belge tên dîtin.


Saziya kar û xebatê ya Konyayê û DAIŞ

Çete, tevî gera bi serbestî li metropolên Tirkiyeyê, hemû pêdiviyên xwe yekser werdigirin. Hemû sîparîşên DAIŞ'ê bi mohra Midûriyeta Saziya Kar û Xebatê ya Konyayê hatine wergirtin. Ev yek jî danûstandina di navbera çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk de bi zelalî radixe pêş çavan.

Ev navnîşanên ser bi Midûriyeta Kar û Xebatê ya Konyayê, ku ji nava notan derketine, hêjayî lêkolînkirinê ne: Akdenîz Can, Efendîogûllari û Aktîfler Gida (Mûstafa Can). Navnîşan bi xwe eşkere ev in:

Akdeniz Can, Tel, 444 1080, Adres; Fevzi Çakmak Mah. Busen org. sanayi bölgesi, Kezban Cad. No 29. 

Efendioğulları, Emre Bütün, Tel: 3204225. 

Aslım Ağaç İşleri sanayi, Adres. Hasi Yusuf Mescid Mah., Zeytinci Sok., No: 42/G, 05492505099 (Mustafa Can),  

Aktifler Gıda (Nar Gross) 3262400 (Zeliha Uçar).


MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ/GIRÊ SPÎ/ANF