Wezîrê Bergiriyê yê DYE´yê Mark Esper careke din û vê carê yekser bang li Ingilîstanê kir ku welatiyên xwe yên DAIŞ´ê yên ku di destê hêzên QSD´ê de dîl in, wergir e û wan dadgeh bike. Endamên Brîtanî yên DAIŞ´ê komeke tirsnak a bi navê The Beatles ava kiribûn û vê komê gelek sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê kiribûn. Alexanda Kotey û Shafee El-Sheikh du endamên vê komê bûn ku niha Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Ingilîstanê li ser çarenûsa wan bi hev re mizakere dikin.
DYE her cara vê mijarê tîne rojevê, dibêje, bi demeke bê sînor girtina van kesan di hepsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne mumkin e. Wezîrê pentagonê Mark Esper, gava bang li Ingilîstanê kir, dîsa li ser rewşê bi heman rengî Ewrûpî û nexasim Ingilîstan hişyar kirin.
Divê bê çareser kirin
Çav li rê ye ku Mark Esper di çarçoveya serdana xwe ya Brîtanyayê de serokwezîr Boris Johnson jî bibîne. Ev mijar jî yek ji mijarên hevdîtinên vê serdanê ye, çawa ku Esper li ser mijara DAIŞ´iyên welatên Ewrûpî û anîna wan a Ewrûpayê jî dibêje, “Mijareke girîng e ku divê em miamele pê re bikin, çareser bikin”.
Ingilîstanê beriya niha welatîbûna hin DAIŞ´iyên di destê QSD´ê de betal kiribû weke Shamima Begum a hîna bîst sal nekirî. Wezîrê Emerîkî girtina van DAIŞ´iyên Ewrûpî weke tehlûkeyeke cidî bi nav kir, û got, “Ev rewşa hanê weha dewam nake, ma çi qasî ev dikare dewam bike? Peyama min ev e. Yan na ew ji herêmê re tehlûke ne. Di wan kampan de kesên din çiqasî wê karibin çavdêriyê li wan bikin. Hûn behsa bi hezaran dikin, lê tenê hinekî zêdeyî du hezaran biyanî ne û gelekên wan ji Ewrûpayê ne.
Li welatê wan derxin pêşberî dadgeriyê
Wezîr got, QSD wê zehmet karibe van biyaniyan heta hetayê ragire û heger bên berdan ev ê bibe rîskeke ewlekariyê: “Em nizanin ka (Kurd wan berdin), ev ê ne rewşeke baş be ji bo meseleya bêtesîrkirina tehlûkeya ji ber şervanên berê (yên DAIŞ´ê). Peyama hikûmeta DYE´yê ew e, wan bibin… wan vegerînin welatê wan, da ku welatê wan miamele bi wan re bike. Bi ya min divê ew biçin welatê xwe û li wir derkevin pêşberê dadgehê.”
Kevne Brîtaniyên bi navê Alexanda Kotey û Shafee El-Sheikh, niha di navbera DYE û Ingilîstanê de mijara mizakereyan in. DYE dixwaze wan bibe Emerîka û derxe pêşberî dadgeriyê. Malbatên wan bi xwe mesele birine pêşberî dadgehê, da ku Ingilîstan wan bîne û li Ingilîstanê ew bên dadgehkirin.
Welatên Ewrûpî yên weke Fransa, Swêd û Holanda jî ji ber heman meseleyê di nava erê û nayê de asê mane, lê DYE dozê li wan dike ku welatiyên xwe wergirin.
Fermana girtina DAIŞ’yan
Spanyayê fermana girtinê ya wan jinên DAIŞ´iyan da ku li wargehên QSD´ragirtî ne. 3 jinên Spanî û yeke Fasî ji Spanyayê tevlî nav çeteya DAIŞ´ê bûbûn. Piştî bi temamî şikandina DAIŞ´ê, ew niha tevî 17 zarokên bi wan re di wargehên QSD´ê de ne.
Dadgeha bilind a Spanyayê Audiencia Nacional fermana girtina van 4 jinên sala 2014´an çûyî Sûriyê da ku bibin endamê DAIŞ´ê. 3 ji van jinan Spanî ne, yek ji wan jî Fasî ye ku bi DAIŞ´iyekî welatiyê Spanyayê re zewicî ye. Ev her çar jin jî niha di wargehên ji bo malbatên DAIŞ´iyan de girtî ne û bi wan re bi giştî 17 zarok jî hene.
Ji van jinan Fernández û Martínez li wargeha Roj in; Miludi û Fares jî li El-Hol in. Nîsana bihurî dozgeran Dadgeha Bilind ji Wezîrê Karê Hundir xwest raporekê bide wan li ser wan jinên tevî zarokên xwe û zarokên ew weliyê wan in û li wargehan girtî ne.