Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) li ser êrişa dewleta Tirk a li Şengalê bang li Kurdistaniyên li Ewrûpayê kir da ku dakevin meydanan. TJK-E´yê got, “Em ê bi jinên Şengalê re bin.”

Dîwana Hevserokatiyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker, êriş biriye ser Şengalê ku nirxê pîroz ê gelê Kurd e û got, “Dîrok dîsa xiyanetê dinivîsîne. Hem li Başûrê Kurdistanê hem jî li Şengalê metirsiyeke mezin li ser gelê me heye.

Li dijî van êrişên tinekirinê ku bi her şêwe amûrên şer ên teknolojîk tê kirin, girîng e gelê me hişyar be û ji niha ve rabe ser piyan. Li dijî hêzên noker, saziyên navneteweyî, dewlet û hêzên ku çavên xwe li komkujiya dewleta Tirk a li ser gelê me digirin, divê em nerazîbûna xwe nîşan bidin û ji bo pêşî li komkujî û fermanên nû bigirin, bi rengekî bê navber çalakiyan li dar bixin.”

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî da  li ser êrîşa hewayî ya li dijî Şengalê û got, “Li ku derê dibe bila bibe, em ê bi jinên Şengalê re bin.” Daxuyaniya TJK-E´yê bi vê bangê bi dawî bû: “Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku statuya Şengalê nas bikin; di vê çarçoveyê de di serî de jinên me yên rêxistinbûyî yên li Ewrûpayê û çar parçeyên Kurdistanê, em bang li hemû mirovên şoreşger û demokrat dikin ku li dijî êrişên qirrkirinê li her cihî dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN