Cenazeyê Beşîr Xelîl Şêxo ku di nav gel de wekî Apê Beşîr tê naskirin, li goristana gund hat veşartin.
Mala wî dibistana Kurdî bû
Apê Beşîr ji gundê Diraqliya yê navçeya Şera ya Kantona Efrînê ye. Di dema ku rejîma Baas li ser Rojava desthilatdar bû, wî di mala xwe de bi rengekî veşartî zaroka fêrî xwendin û nivîsandina zimanê bav û kalên wan dikirin. Di destpêka şoreşa Rojava de ew yek ji damezrênerên Yekemîn dibistana Zimanê Kurdî li Rojava bû. Li gundê Diraqliya Yekemîn dibistana zimanê Kurdî di bin navê Şehîd Fewzî Efrîn de hat vekirin û tê de zarok fêrî zimanê Kurdî dihatin kirin.
Bi malbatî welatparêz in
Malbata Apê Beşîr malbateke welatparêz ku ji bo doza gelê Kurd gelek kar û xebat kirine. 6 zarokên wî hene. Piraniya wan, endamên asayîşê ne. Kurê wî yê mezin Sibhî Şêxo gerîlayê HPG’ê bû û di sala 1992’an de şehîd bûye. Her wiha neviyê wî Zehriddîn Şêxo gerîlayê HPG’ê û wî jî di salên 90’î de jiyana xwe ji dest daye.
ANHA / EFRÎN