Komîteya Xebatên Civakî ya Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava- Bakurê Sûriyeyê û Endamên Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê bi armanca nasandina Sîstema Federaliya Demoraktîk ji şêniyên taxa Şehîd Devrim a li başûrê Til Hemîs civînek li dar xist.

Bi beşdarbûna endamên Komîteya Xebatên Civakî Malik Esmer û Şiyar Şervan, endamên Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Reşîd El-Yûsif û Îbrahîm Hamid û Hevserokên Meclîsa Gel a Tirbespiyê Hediya Şemo û dehan welatiyan bi rêzgiritinê civînê destpê kir.

Paşê Malik Esmer got: “Projeya federaliya demokratîk, sîstemke ne navendî ye. Yanî wê herêm girêdayî Sûriya yekbûyî be. Ev sîstem di asta yekê de sîtemeke hevgirtinê ye.”

Hevseroka Melcîsa Gel a herêma Tirbespiyê Hediya Şemo rola jinan di nava sîstema federaliya de şîrove kir û got, di nava sîtema navendî de jinan hemû mafê xwe ji dest da û di nava sîstema federalî de wê rola jinan girîng û pêşeng be.

Endamê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Reşdî Yûsif û Endamê Komîteya Têkiliyên Gelerî Şiyar Şervan jî bersova pirsên xelkê da. Di bersivan de hat got, sîstema federaliya demorkatîk dê Sûriyê parçe neke û ji ber vê yekê dê sîstem ji aliyê hemû aliyan ve bê qebûlkirin. Li ser rola gefên destwerdanê yên dewleta Tirk jî hate gotin: “herdem vîna gelê Rojava-Bakurê Sûriyê bi ser ket û niha jî wê serkeve.

Di dawiya civînê de Reşdî Yûsif bang li hemû welatiyan kir ku pêwîst e baş sîstema federaliya demokratîk nas bikin da ku dema hate ragîhandin bi awayekî baş pêk were. 


Zerganiyan federaliya demokratîk  nas kir

Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava- Bakurê Sûriyeyê li bajaroka Zerganê jî hat danasîn. Endamên Komîteya Xebatên Civakî ya girêdayî Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava- Bakurê Sûriyeyê, di çarçoveya rêzecivînên danasîna sîstemêde, li bajarokê Zergan ê ser bi Dirbêsiyê, civîn li dar xist.

Civîn bi alîkariya Meclîsa Gel a bajêr li gundê Maşebe ku piraniya şêniyên wê ereb e, hat lidarxistin. Di civînê de belgeya civîna Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê hat xwendin.

Piştre Endamê Komîteya Xebatên Civakî Hemed Şehade li ser sîstema federaliyê agahî dan û got: “Avakirina Sûriyeke pirreng û demokratîk ku mafên hemû pêkhateyan diparêze, esas digire.”

Endama Komîteyê Dadê Umer jî diyar kir ku sîstemên qewmî û nîjadperest hêviyên civakê temsîl nake, lê federalî li ser têgîna netewa demokratîk û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de xwerêveberinê esas digire.

Li ser pirsa welatiyekê ya li ser birêvebirina welêt, ev bersiv hat dayîn: “Pêvajoya niha ferz kir ku projeya federaliya demokraîk were ragihandin. Esasê vê sîstemê xwerêveberina gel e, bi riya hilbijartinên demokratîk dûrî berjewendiyên kesayetî, wê gel xwe birêve bibe.” 


 TIRBESPIYÊ/DIRBÊSIYÊ





Nivîsandina Hevpeymana Civakî ya Federaliyê 


Piştî bidawîkirina rêzecivînên komkirina nêrînên derbarê Hevpeyamana Civakî ya federaliyê, Komîteya Hevpeymana Civakî dest bi nivîsandina reşnivîsa Hevpeymana Federaliya Demokratîk dike.

Komîteya Hevpeymana Civakî di civîna yekemîn a Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava- Bakurê Sûriyeyê de 23-24’ê Adarê li bajaroka Rimêlanê hatibû avakirin. Komîteya ji 11 endaman hewl da ku bi hemû partî, sazî û rêxistinên siyasî, civakî û sivîl ên herêmê re bicive û nêrînên wan ên derbarê Hevpeyamana Civakî ya Federaliya Demokratîk wergire.

Komîteyê civînên xwe pêr li herêma Cizîrê bi dawî kirin.

Komîte bi gelek hevbendî, tevger, rêxistinên ciwan û civakî û yekîtiyan re ji 6 partiyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), 5 partiyên Kombûna Demokrat û Çepgirên Kurd li Sûriyeyê, 5 partiyên Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî, Partiya Yekîtiya Suryanî, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Demokratîk a Kurdî a Sûriyeyê, Kongira Star, Mala Êzîdiyan, Yekîtiya Nivîskar û Rewşenbîrên Cizîrê, Yekîtiya Nivîskar û Rewşenbîrên Ereb,Yekîtiya Ciwanên Rojava, nûnerên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriye, nûnerên pêkhateya Çeçen û êlên Kurd û Ereb ên Cizîrê û hwd, re civiya.


Wê di nava 6 mehan de bê amadekirin

Li gorî biryara Meclîsa Damezrîner divê reşnivîsa hevpeymanê di demeke kêmî 6 mehan de bê amadekirin. 


 HEYFA MÛSA/ANHA