Karwan Omar pedagogekî Kurd ê dansvan e; ew di heman demê de kareograf û midûrê şirketeke dansê ye jî. Karwan Omar li Silêmanî hatiye dinê û beriya bi 19 salan berê xwe daye Swîsreyê. Ev bêhtirî 30 salan e ku ew weke şanogerekî û dansvanekî çalak e. Karwan mezûnê beşa Hunerên Bedew e ji zanîngeha Silêmaniyê. Li zanîngeha Swîsreyê mastira Dansa Pedagojîk kir. Herçî şirketa wî ya dansê ye jî rêxistineke ne karê û fêdeya şexsî ye; di warê siyasî û dînî de jî serbixwe ye. Ew sala 2013´an beşdarî yekemîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Bexdayê bû û xelata juriyê wergirt.

Yek ji projeyên wê yên dawî “Moonlight Dance” e ku cara pêşî 2015 li gelek bajarên Swîsreyê hat nîşandan. Herçî karê wî yê li Kurdistanê ye, li navenda wê hêzdarkirina kesên bi dezavantaj û civakî lawaz heye.

Wî ji bo xwendekarên li Kurdistanê, pirtûkeke li ser dansê wergerand Kurdî. Karwan wekî din weke dansvanekî solo jî kar dike û performansa wî ya bi navê “The Stories of a Woman:  A Dance (Serpêhatiyên jinekê: dansek)”, wî li derve li Parka Dayîk a Silêmaniyê nîşan da. Bi vê dansa xwe wî zor û zehmetiya jinê di civaka Kurd de li ser dikê nîşan da. Ji bilî vê wî gelek performans kirin yan jî bi rê ve birin ku li xêra zarokên bi kanserê ketî, penaberên li Iraq û Kurdistanê û ji bo wan jinên ji destê DAIŞ´ê filitîn. 

 

 BERN