Bi armanca ku li her cihî dar bê çandin û her der xweş û bedew bibe li Qamişlo, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) û Wezareta ekolojliyê ya herêma Cizîrê li baxçeyê Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo 30 dar çandin. Cigirê Hevseroka Ekolojiyê Ahîn Siwêd ji bo çandina van daran kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Me bi navenda Mihemed Şêxo re ev dar çandin. Ez bang li hemû sazî û rêxistinên Rojava dikim ku derdora xwe paqij bikin û daran biçînin. Ji ber ku dar xweşik in û reng didin bajêr û derdora me." Endamekî TEV-ÇAND'ê jî diyar kir ku ew bi pêngava çandina daran bi Wezareta Ekolojî re gelekî kêfxweş in  û wiha anî ziman: "Em hêvî dikin ku ne tenê li navenda Mehemed Şêxo, lê li tevahî saziyan dar werin çandin."

ANHA/QAMIŞLO