Pirtûka Bavê Nazê ya bi navê “Dara Pelweşyayî” ne roman e, tenê çîrokeke dirêj e. Gelek baş tê zanîn ku Bavê Nazê gotibû: “Romana Kurdî tune, (lê romanê min hene!)” Bila rêzdar min bibexşîne. Bi sedan romanên Kurdî hene, lê ne ev pirtûka wî ne jî „Miriyê Heram“ her du jî ne roman in, tenê çîrokên dirêj in, yan jî nûrok in. Ev çîrokeke(romaneke) reşkirinê ye. Li hemû nirxên Kurdan heqaret dike.
Naveroka Dara Pelweşyayî bi kurtî wiha ye: Xortê bi navê Şerzad di dibistanekê de dixwîne, di pola dawiyê de ye. Keçek nasdike. Lê birayê wî tê girtin, ji wê ew dibistanê cîh dihêle. Li pey birayê wî li Musilê tê darvekirin, ew tevê hêzê pêşmêrgeyan dibe. Li gorî romanê wer bi awayekî bê perwerde û azmûnên têgîhîştî, hin erkên mezin werdigire. Di mêjiyê wî de tenê du tişt hene yek heyfa birayê xwe girtin, yek jî xeyala jinekê lê heye. Dema li wir şer radiweste, ew ji baregeha xwe diqete.
Li ser naverokê
Karekterê vê çîroka dirêj, baş nayê şayandin. Mirov nizane ka kesayetiyeke çawa ye. Wek siyekê bê teşe ye. Tenê du armancên wî tê zanîn, yek tolegirtin, ya din jî bi jinekê re raketin. Wekî din, karektereke ne zelal e, bi tu aliyê ve nayê nasîn. Hima çawa ku keseke naşî ev çîroka di forma romanê de nivisandî be.
Dema mirov vê çîrokê dixwîne. Dibêje qey yekîneyên pêşmêrgeyan tenê çeteyên zarokan e. Heta di nava çeteyên zarokan de jî perwerdeyeke xwe rû heye. Di nava wan de di wê formê de jî nayê dîtin. Bê perwerde bi carê ve erkên ji xwe zêdetir werdigire. Bi baweriya min ew bi zanistî bi vî awayî li pêşmêrgeyan heqaret dike. Lê niha li zanîngehekê li ser keda wan pêşmêrgeyan nanê xwe qezenc dike.
Ne tenê dijmin di kesayetiya Şerzad de pêşmêrge jî, di cihê namûsa gel biparêze de, dest davêje namûsa gel û di nava bê exlaqiyê de ye. Wek mînak pêşmêrgeyek wiha dibêje: „Li ser bextê min be, heger dengê diya ji min bê min, wê pişta min bê!“ Gelo partiyên başûr û pêşmêrge jî ev çîroka dirêj xwendine? Çima vê heqaretê dipejirînîn?
Li gor lêkolînên zanistî jinên di şer de rastê destdirêjahiyan tê û jinên vê qirêjiya şer dibînin, ji travmayan rizgar nabin. Lê Bavê Nazê di vê çîroka dirêj de. Dinivîse ku dema leşkerê Saddam destdirêjahiya xwesiya bûkê dike, ev hestê bûkê yê şehwetê radike, ew jî dixwaze ku yek jî bi wê re razê.
Di vê çîrokê de ew diyardeya zeman di piyasê de tune. Dibistan li cih hîştin û tevê pêşmêrgeyan bûyîn, di nava du mehan de pêk tê. Dema rastê Perwînê tê, li gor romanê sê çar meh di ser re derbaz dibin. Lê di nava van çend mehan de Perwîn zewiciye, hemîle maye û zaroka wê çêbûye. Zarok çend mehî ye. Mînak Wiha dibêje: „Lê niha, piştî çend mehên ji dûrbûna ji jiyana sivîl û piştî cengê mayîna li gund, icar nirxê vê yekê naskir, lê dîtina Perwînê û mayîna wan bi hev re?“
Mirov nizane Şerzan kîjan dibistan li cih hîştiye, tenê nivisiye sala dawîyê. Ev dibistana seretayî ye, navîn e, lîse ye, yan zanko ye? Ne zelal e.
Bavê Nazê di hevpeyvîneke xwe de ji bo romanê wiha dibêje; “Divê hizreke veşartî, nepenî û kûrbûnek hebe.” Gelo hizreke veşartî, nepenî û kurbûneke vê çîroka dirêj heye? Na.
Zimanê vê çîrokê
Bi giranî bi zimanekî heremî hatiye nivisandin. Gelek kesên vê çîroka dirêj bixwînin, wê hin tiştan tênegihîjin. Zimanê vê çîrokê ne zêde herikbar e. Piraniya wan şaş tên fêmkirin: Çend minakên biçûk:
“Ne herkesî ciger dibir xwe … Şerzad deng nebir xwe.. Şerzad bi awirên xwe çû ser Elî... êdî hurmeta ji hev re nî ne.. Eger ez pêş te nekim, pêş kê bikim. Ez ditirsim tu min pê şaş bikî… heger dengê diya ji min bê min..“ Yanê çi? Divê ji van hevokan çi bê fêmkirin. Wê piraniya mirovan van wek çêran têbigihîjin. Dîsa li gelek cihan lêkera bûn pê ve hatiye nivisandin.
Nasname vê berhemê.
Ev çîroka dirêj ji 138 rûpelan pêk tê
Navê wê : Dara pelweşyayî
Niviskarê wê : Bavê Nazê
Ji weşanê LIS hatiya weşandin.
Li ser belgê pêşiyê li ser zemînê li ser zerahiyê dareke bê pel heye, li pişt wê darê di nava mijê de wêneyê pêşmêrgeyên reş û spî xuya dike.
Dara pelweşyayî yan Çîroka maşyayî