"Balkêş e, di van rojên ku tê gotin Tayyîp Erdogan wê di civîna şûra leşkerî de generalên nêzî xwe li qedemeya fermandariyê bi cih bike, ev hewldan hatiye kirin. Aliyekî din ê vê darbeyê jî ew e, ku di demeke nîqaşên berfireh li ser polîtîkaya derve ya desthilatdariya AKP'ê ya faşîst tê kirin de, pêk hatiye."
Daxuyaniya KCK'ê wiha ye: "Kîjan hêzên siyasî yên hundir û derve di nav de be bila be, ji ber kîjan sedemê ev şerê desthilatdariyê tê meşandin bila bê meşandin, ev rewş ne pirsgirêka parastin an jî neparastina demokrasiyê ye. Berevajî, ev rewş nîşan dide ku li Tirkiyeyê demokrasî nîne. Cihên ku şerê bi vî rengî yê ji bo bidestxistina desthilatdariyê lê diqewimin, welatên ne demokratîk in. Li welatên bi vî rengî, hêzeke otorîter ji bo têkbirina hêza din a otorîter, di nava şert û mercên guncaw de dikeve nava hewldana darbeyê. Ya ku li Tirkiyeyê hat kirin jî ev e.
Erdogan jî niha darbe kiribûn
Beriya niha bi salekê, Tayyîp Erdogan û Gladyoya Qesrê MHP, hemû hêzên faşîst, hêzên leşkerî yên neteweyî ku weke Ergenekonî tên pênasekirin û beşek ji artêkê ber bi xwe ve kişandibûn û li hemberî encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê darbe kiribûn. Li dijî vîna demokratîk a gel, ku di encama hilbijartinê de derket holê, darbeya qesrê hatibû kirin.
Beşek leşkeriyê li hember beşek din darbeyê dike
Beriya hewldana darbeyê ya duh jî rejîmeke wesayeta leşkerî hebû. Lewma ya ku pêk hat, hewldana darbeyê ya beşek leşkeriyê li hemberî beşeke din a leşkeriyê ya niha serdest e. Ji xwe, ji ber vê yekê, derdorên heta niha dixwestin artêş darbeyê bike, vê carê wesayeta leşkerî qebûl kirin û li cem Tayyîp Erdogan cih girtin. MHP û hêzên neteweperest şovenîst, ji destpêkê ve li cem Gladyoya Qesrê û hevalbendên wê yên faşîst cih girt. Ji vê jî tê fêmkirin ku ya qewimiye, têkoşînek di navbera dijberên demokrasiyê û alîgirên demokrasiyê de nîne.
Hêzên demokrasiyê li gel aliyê şer cih nagirin
Li Tirkiyeyê, ne desthilatdariyeke sivîl heye, ne jî têkoşîneke demokrasiyê ya hêzên demokratîk a li hemberî darbekaran heye. Ji bo rêvebirina sîstema siyasî ya dijminê Kurdan û demokrasiyê, şerê desthilatdariyê heye. Lewma nepêkan e hêzên demokrasiyê li aliyekî vî şerî cih bigirin.
Hewldana dawî ya darbeyê jî nîşan daye, ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi rizgariya ji desthilatdariya faşîst a AKP'ê û bi xwegihandina rêveberiyeke demokratîk heye. Rewşa heyî, rizgariya ji desthilatdariya faşîst, hegemonîk û tekparêz a heyî ferz dike û demokratîkbûyînê jî weke pêwîstiyeke lezgînî nîşan dide.
BEHDÎNAN