Di ser hilbijartinên herêmî re hîna 4 meh û nîv bihurîbûn, ji nû ve şaredariyên sê bajarên mezin ên li Bakurê Kurdistanê bi qeyûman hatin dagirkirin. Tevî vê darbeya qeyûm a li dijî îradeya gel, bi qirrkirina siyasî re jî 418 kes rehîn hatin girtin.
Dewleta Tirk bi doh bi destê wezareta wxe ya karên hundir sefera xwe ya dagirkeriyê ya li dijî Bakurê Kurdistanê dewam kir: hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdînê, yanî sê bajarên mezin ên Kurdistanê ji wezîfeyê girtin. Yanî dewleta dagirker bi serçeteyê xwe yê wezîr, Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji wezîfeyê girt. Bi qeyûman ev şaredarî dagir kirin û pê re jî di heman demê de bi operasyonên qirrkirina siyasî qederê 500 Kurdî destgîr kirin. Desteya Navendî ya Rêveberiya HDP´ê li ser mijarê got, "Ev eşkere darbeya nû ya siyasî ye. Ev di heman demê de li dijî vîna gelê Kurd a siyasî helwêsteke dijminantiyê ye." Xelkê Amedê li ber biryarê nerazîbûn nîşan da, lê yek zimanê dewleta Tirk li Kurdistanê pê dipeyive heye, ew jî zilm e. Dewletê bi polîsê xwe êriş bir ser xelkê. Avahiyên şaredariyê li Wan, Amed û Mêrdînê jî desteser kirin.
Darbeya siyasî ya nû
Endamên Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya HDP'ê piştî bi qeyûman dagirkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê bi awayekî awarte kom bûn. MYK'ê beriya civînê got, "Em bêdeng nabin, em ranawestin".
HDP´ê bi bîr xist ku li Amedê ji sedî 63, li Mêrdînê ji sedî 56 û Wanê jî ji sedî 53 dengan HDP di hilbijartinên şaredariyê de bi ser ketiye. HDP´ê dagirkirina şaredariyan û operasyona qirrkirinê bi van gotinan bi nav kir: "Ev eşkere darbeya nû ya siyasî ye. Ev di heman demê de li dijî vîna gelê Kurd a siyasî helwêsteke dijminantiyê ye. Wezîrê Karên Hundir vîna gel xesp kiriye. Bi provokasyonan demokrasî tine kiriye. Tetikêşê van pêkanînên dijdemokratîk e. Navenda darbeyê ye.
Em ê li dijî vê desthilatê têkoşîna rewa û demokratîk li gorî hiqûq û pîvanên gerdûnî dewam bikin. Em bêdeng nabin, em ranawestin."
Em ê dîsa bi ser kevin
Piştî civînê jî Hevserokê Giştî HDP'ê Sezai Temellî, bi qeyûm dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê şermezar kir û got, "Hişmendiya darbeyê lê ye. Yên winda kirin, wê dîsa winda bikin. Em bi ser ketin, em ê dîsa bi ser kevin."
Temellî wiha peyivî: "Di 19'ê Tebaxê de darbeyeke din a sivîl li dîroka Tirkiyeyê zêde bû. Wê bi vî rengî bê bîra mirovan. Ev desthilatdariya ku welê lê hatiye ku bêyî qeyûm nikare welêt bi rê ve bibe, ji aliyê siyasî ve dibêje; ez êdî nikarim welêt birêvebibim."
Temellî bal kişand ser xwedîderketina gel li îradeya xwe jî got, "Lê belê niha li kolanên Amedê zilm heye, şidet heye. Dewlet bi TOMA'yan bi gazê êrişê dibe ser wan mirovên xwedî li şaredariya xwe derdikevin. Bi destê vê desthilatdariyê saziyên demokratîk tê tasfiyekirin."
Temellî da zanîn ku di hemû rêveberiyên cihî de, di hemû zemînên demokratîk ên rewa de, ew ê têkoşîna xwe ya demokrasiyê bidomînin: "Ew têk çûn, wê careke din têk biçin. Em bi ser ketin, em ê careke din bi ser kevin."
Temellî banga berxwedanê û têkoşîna li dijî zilmê li partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka, komeleyên mafên mirovan û raya giştî ya demokratîk kir û got, têkoşîna demokrasiyê wê bi ser keve.
Serîhildana li waliyên mêhtingeriyê
Wezareta karê hundir a Tirk şaredariyên Kurdistanê bi waliyên xwe yên mêhtingeriyê yanî Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû, Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez dagir kir. Lê xelk wan qebûl nake. Li Amedê xelk li ser kolana Xarpêtê kom bû û xwest bimeşe şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Polîsên mêhtingeriyê êrişî Amediyan kir. Lê xelk dîsa jî heta bi şaredariyê meşiya. Polîsan hingê jî bi maşînên zirxî û ava bi şid êriş kir.
Gava nûçeya me dihat amadekirin, protestoya xelkê li dijî dagirkeriyê dewam dikin.
Li aliyê din xelk li pêşiya avahiya HDP'ê ya Amedê jî kom bû. Di navê de parlamenterên HDP’ê, endam û rêveberên HDP'ê hevşaredar jî hebûn. Gava ev xelk jî ber bi şaredariyê ve meşî, polîsên dagirkeriya Tirk rê lê birrî li Parka Koşuyoluyê. Gava nûçeya me dihat amadekirin, berxwedana xelkê û êrişa polîsan dewam dikir.
AMED
Darbe li dijî muxalefeta demokratîk e
Hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê ku dewleta Tirk darbe lê kir, li ser dagirkeriya qeyûman got, "Saet di 6’an de deriyên şaredariyê hatine şikandin û ketine şaredariyê. Ev rewş li dijî hiqûqê ye. Em dibînin ku civak di warê demokrasî û nirxên hiqûqê de derbasî qonaxeke din bûye. Ev helwêst ne di Destûra Bingehîn de heye û ne jî xwe dispêre hilbijartinan.”
Mizrakli bang li gelên Tirkiyeyê kir û got “Mirovên li Tirkiyeyê hemû, ti kes nikare bibêje, ez di bin sîwana hiqûqê de me. Vê helwêsta li dijî şaredariyên HDP’ê divê mirov wekî helwêsta li dijî muxalefeta demokratîk bibîne. Îradeya gel hatiye xespkirin.”
Qirrkirina siyasî xwe xar berdaye
Dewleta Tirk bi dagirkeriya şaredariyên Kurdistanê re gurê xwe yê qirrkirina siyasî jî xar berda ser Kurdan. Polîsên Tirk avêtin ser malên Hevserokên HDP'ê yên Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyat Ceylan. Ji ber ku her du hevserok ne li malê bûn nekarîn bên destgîrkirin. Lê belê polîsên Tirk li malên herdu hevserokên HDP’ê lêgerîn kir.
Polîsên Tirk avêtin ser mala Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya 78'an Ganî Alkan û ew destgîr kirin. Li gorî daxuyaniya serekçetetiya bi navê Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk, li 29 bajaran di operasyonên qirrkirina siyasî de 418 kes hatin destgîrkirin.
Li gorî agahiyan nexasim li Amed, Wan û Mêrdînê hemû endamên HDP'î yên meclîsên şaredariyan hatine destgîrkirin. Piştî daxuyaniya wezaretê, di serî de Dersim li hin bajarên din jî bi dehan kes hatin destgîrkirin û hejmara kesên destgîrkirî bû qederê 500´î.
Me gelek ji van dîtin
Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ev ne cara yekê ye, cara diduyan wekî qeyûm tayînî şaredariya Mêrdîn tê kirin. Qeyûmê Tayînî Şaredariya Mêrdînê hatibû kirin Yaman ku berê sê salan şaredarî bi rêve bir 1.5 trîlyon tl deyn li pey xwe hiştibûn. HDP´ê di hilbijartina 31'ê Adarê de ji sedî 56’an dengan wergirtibû û Hevşaredar Ahmet Turk ji nû ve bûbû Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê. Ahmet Turk, nerazîbûn nîşanî vê yekê da û got, "Ev li dijî aqil e. Li dijî hiş û zanînê ye. Ne hiqûqî û ne qanûnî ye. Vîna gel nas nakin. Ji vê yekê re jî dibêjin demokrasî. Her tişt eşkere li holê ye. Walî Mustafa Yaman dîsa tayîn kirin û ev li dijî demokrasiyê ye."
Gelo dora Enqere û Stenbolê ye?
Raportora Tirkiyeyê ya Parlamena Ewrûpayê (PE) Katî Pîrî, nerazîbûn nîşanî bi qeyûman dagirkirina 3 şaredariyên bajarên mezin ên HDP’ê da û got, "Gelo dorê de jipeywirêgirtina şaredarên Enqere û Stenbolê heye?"
Di nerazîbûna xwe de Pîrî got, "Qet hurmetê nîşanî tercîha gel nadin. Di dorê de çi heye? Jipeywirgirtina şaredarên Stenbol û Enqereyê heye."