CAFER CAFO / ANHA / ŞEHBA
Li Kurdistanê heta li Rojhilata Navîn zeytûnên Efrînê bi tehm û qalîteya xwe bi navûdeng bû. Piştî dagirkeriya dewleta Tirk gelek Efrîniyên xwedî erd mecbûr man axa xwe biterikînin û darê xwe yên zeytûnan jî li pey xwe bihêlin. Niha jî Efrîniyên li Şehbayê li ber konên xwe darên zeytûnan diçînin. Ew dibêjin darê zeytûnan timî Efrîna rengîn tîne bîra wan û ew ê helbet rojekê vegerin Efrîna xwe.