Di encama van şeran de li herdu aliyên şer jî bi sedhezaran mirov hatin kuştin. Di nava vê dojeha şerî de di nava barana guleyan, topan, gaza jehrî û êrîşên balefiran de efserê bohemî yê bi navê Jan Kopetzky û kurê zenaetkarekî Jakop Lindner qehremanên filmê bi navê Daristan hîna heşîn in" in. Jan ji malmezinên burjuwa ye û herçî Jakop e, ew bi tenê ji êrîşeke topan a Îtaliyaniyan yekane esker e ku sax filitî ye. Ew hewl dide cihê bi navê stasyona "R" ya çavdêriya êrîşên bi topan biparêze li Çiyayên Alpan.
Li gor çîroka filmê Esser bi Girant birîndar bûye û eskerê sax filitî jî nû çûye bereyê û bê tecrûbe ye. Yanzdemîn erîêa Îtaliyan di miharebeya Isonzoyê de li ber der ye û nabe ku ev devera stratejîk were berdan. Jakop tevî efserê dimire li cihê xwe dimîne. Yekane têkiliya wan bi cîhana ji derveyî wan re jî telefona çolistanê ya şerî ye.
Ev bûyerên di filmê de Tebaxa 1917´an diqewimin. Monarşiya Awusturya-Mecaristanê li dijî meliktiya Îtalyayê şer dike. Filma ku berhemeke hevpar a Awusturya û Slovenyayê ye wê 12´ê Îlonê li Elmanyayê bikeve vîzyonê. Ev filma cureyê drama û filma dîrokî 107 deqîqeyan dewam dike. Marko Nabersnik derhêneriya filmê dike, di nava aktoran de jî Michael Kristof, Simon Serbinek, Clemens Aap Lindenberg hene.
NAVENDA NÛÇEYAN