Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku heft sal in li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê pêk tê bi komeke nû didome. Nobedarên hefteya derbasbûyî hunermendên TEV-ÇAND’ê bûn. Vê hefteyê jî komeke ji bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bû nobedarê vê hefteyê yê çalakiyê.
Kurdistaniyên bi navê Mûstafa, Zulfu, Cûma û Selahattîn ji Yekşemê ve di çalakiya ‘Nobeda Azadiyê’ de ne. Çalakgerê bi navê Cûma li ser navê komê daxuyanî da û got: ”Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ çalakiya herî demdirêj a heta niha ye. Gelê Kurd bêyî navber heft sal in xwedî li Rêberê xwe derdikevin. Divê êdî dinya bibîne; Gelê Kurd wê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêberê xwe bernede. Lazime rola Ocalan a ji bo paşeroja Kurdan û gelê herêmê bê dîtin. Di serî de gelê Kurd û demokrat, divê her kes xwedî li Rêbertî derkeve. Xwedîderketina li wî xwedîderketina li mirovahiyê ye. ”
STRASBOURG