
Dawetên Kurdan bi rengê Kurdan in: hem kesk û sor û zer in, hem govend, hem dahol û zurne hem jî destegulên sor in, na na, xwîna li ser keser in; nîşana serketinê ne, stranên şoreşê ne û Oremar in. Ji ber ku dawet û şahiya wan xwe bi çandê dikin yek û xwe bi ava wê çandê têr û xwedî dikin.
Dema ku 23 Tîrmehê li Sultangaziya Stenbolê, ji karwanekî maşînên daweteke KUrdan 5 kes hatin binçavbkirin, bi hinceta nîşana serketinê kirine, ev yek ji îşaretên destpêkê bû ku dewleta Tirk ji nû ve li dijî dawetên Kurdan şer ragihandiye. Hingê Dilek Encü, Halide Encü, Semire Alman, Sinan Alman û Hediye Alman hatibûn binçavkirin û bi propagandaya rêxistinê hatinbûn gunehbarkirin.
Li Amedê jî dawiya hefteyê dawetek pêk hat, weke adetê ji bo dawetê bi deham maşînan bi nîşandana destmalên kesk û sor û zer di nava bajêr re derbas bûn. Lê dewleta dagirker a Kurdistanê, xwe li rengên çanda Kurdan jî nagire, bi maşînên zirîhpoş pêşî li karwanê dawetê girt. Polîsên dewleta dagirker destmalên kesk û sor û zer bi darê zorê berhevkirin, hin ciwanên li ber vê rabûn hatin derbkirin, û du welatiyên nerazîbûn nîşandayî jî hatin girtin. Bi kurt û Kurmancî, deweta Tirk qeyûm weîfedarî dawetên Kurdan jî kir.
Destmalên sergovendan desteser kirin
Bi Rewşa Awarte (OHAL’ê) re gelek stranên Kurdî hatin qedexekirin û hunerê stranbêjên dawetan jî hat astengkirin. Niha jî konvoyên dawetan ji aliyê polîsan ve tên rawestandin û mudaxeleyî van karwanan tê kirin. Li Duriyana Yenî Hal a navçeya Amedê Baxlerê, polîsan bi maşînên zirîhpoş ên Ranger konvoya dawetekê rawestand û hemû flamayên kesk, sor û zer ên di pencereyan re hatibûn derxistin û wek destmala serê govendê tên hejandin, kom kirin. Karwanê dawetvaniyan diçû ku cihazê bûkê bîne. Polîsan bi mudaxeleyeke hişk dawetvan asteng kirin û li dijî dawetê helwêsta xwe ya cudaker nîşan da. Polîsan wekî din zarok û ciwanên xwedî li reng û desmalan derketî jî derb kir.
Polîsên dagirker hûn ji welatê me biçin
Xizmên dawetvaniyan û xwediyên dawetê nerazîbûn nîşanî polîsan da. Ew dibêjin, polîsên dewleta Tirk ji malbatê re got, “Evder Komara Tirkiyeyê ye, heke hûn naecibînîn ji vir biçin.” Li ser gotina polîsan welatiyan jî got, “Evder welatê me ye, yên ku ji vir biçin hûn in.” Li ser vê nerazîbûna welatiyan, polîsan 2 kes bin çav kirin. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin Muhammet Kartal ê 18 salî û Efendî Çelîktemel ê 28 salî ne.
Xwestin dest deynin cihazê bûkê
Ji xwediyên dawetê Nezher Kartal da zanîn ku polîs, dema ku karwan di rê de bû, rêya wan biriye, û hewl dane dest deynin ser maşîna cihazê bûkê tê de. Kartal da zanîn ku polîsan li wan xistiye û gotiye, “Bi me zehmet e hûn van rengan hilgirin. Ma ji we we ye hûn li ku dijîn?”
Kartal, polislerin kendilerini darp ettiğini belirterek, “Bu renkleri taşımanız zorumuza
Em serî natewînin
Kartal wekî din got, “Bi salan e dawetên me bi vî rengî li dar dikevin, ev adetên me ne. Ji nih û pê ve jî wê wiha dewam bikin. Bi zextên bi vî rengî wê nikaribin serî li me bidin tewandin. Zêhniyeta xwe li rengan ranagire, bila pêşî li xwe binihêre. Ez dixwazim tiştekî bibêjim: ji rengan re azadî”.
AMED