Bi hezaran şêniyên kantona Efrînê yên li Şehbayê, ber bi navenda Rûsya ve meşiyan û nameyek radestî aliyên Rûsya kir. Şêniyan xwest ku dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê bi dawî bibe. Lê Rûsyayê bersiva daxwazên wan neda.
18`ê Nîsanê, şêniyên Efrînê yên li Şehbayê, li ber navenda Rûsyayê ya lihevkirinê ya li gundê Wehşiyê yê girêdayî Kantona Şehbayê, çalakiya protestoyî kir. Di çalakiyê de şêniyan cara sêyem nameyek radestî hêzên Rûsyayê kir û xwest dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê bi dawî bike.
Doh jî bi hezaran şêniyên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawayê, di nav de malbatên şehîdan jî ber bi navenda Rûsyayê ya Lihevkirinê ya li gundê Keştarê yê navçeya Şêrawayê ve meşiyan.
Tevî barîna baranê û sermayê jî, şênî bi moralê bilind sloganên “Efrîn a Efrîniyan e”, “Kûjer Erdogan”,” Na ji bêdengiya navdewletî re” û “Dagirkerî derkeve” gotin. Her wiha pankartên li ser wan nivîsandî “Na ji bêdengia navdewletî li hember dagirkirina Tirkiyeyê ji bakurê Sûriyê re” û wêneyên bi hezaran şehîd û birîndarên sivîl û eskerî hildan.
Bersiva xwe ji paşê re hiştin
Li pêşiya navendê şandeyek ji malbatên şehîdan ku ji 5 kesan pêk tê, derbasî navendê bû û bi Rûsan re rûnişt. Lê hêzên rêjîmê rê neda ku rojnamevan civînê bişopînin.
Hevdîtinê saetek û 15 deqeyan dewam kir. Piştre şandeyê encama hevdîtinê ragihand. Endama Komîteya Edaleta Civakî û dayîka du şehîdan, Şezye Ibrahîm diyar kir ku di hevdîtinê de hêzên Rûsyayê bersiv nedaye daxwazên şêniyan, wan tenê gotiye, ew ê bighînin fermanddariya Rûsyayê û paşê bersiva şêniyan di rojên pêş de bidin.
Şandeyê wiha bersiv dabû, heger Rûsya guh nede daxwazên şêniyan yan jî ti nerazçbûnê nîşan nede, şêniyên Efrînê wê ji bo rizgarkirina Efrînê bang li QSD û Hêzên Koalîsyona Navdewletî bikin.
Şezye destnîşan kir ku çalakiyên wan dê ranewestin û ji bo şermezarkirina bêdengiya navdewletî li hember derxistina dagirkeriya Tirk ji Efrînê dê çalakiyên xwe zêde bikin.
ANHA / ŞEHBA