Diktatoran timî bi etmosfêrên ku ew bi xwe diafirênin, dixwazin wer bawer biken ku her tişt li gorê dilê wan diçe. Ezmunên dîrokî jibîr dikin û hêza gel li ber çava nagirin. Ji bîr dikin zext û zorê wê teqandinê bi xwe re bînê. Dîroka Rojhilata Navîn û cîhanê tije mînak in. 

Ev tişt tam ji bo AKP'ê rast e. AKP wer bawer dike bi dengên di hibijartina 1'ê Mijdarê girtiye dikarê hemû her kesî bifetisînê, sistemeke dixwazê ava bike. Hibijartin rastiyek çêkirî û xêzkirî ji alî AKP û Erdogan derxist holê. Niha li gora vê rastiyê her kes pozîsyona xwe digirê. Ji hêza herî zêde vê rastiyê elaqedar dike Kurd û tevgera azadiyê ne. 

Davûtoglû dibêjê "wê operasyon zivistanê jî ne sekinin" qey tişteke nû gotiye! Jixwe her kesê dizanê, yê nezanin an ji siyasetê fam naken an jî li berjwendîyan wan nayen. 

AKP çi tişt maye ku neke ji bo tepisandina Kurdan û tevgera azadî; êriş, tecrît, girtin û rêbazên tu hikûmetên berê neceribandine, AKP diceribînê û dike. 

Dema Berxedana Kobanê birêz Ocalan got: "Pêvajoya aştiyê girêdayî Kobanê ye". Ev gotin îfadeya rewşeke stratejik a Kurdan û modela ku Tevgera Azadiyê dipejirîne yê. Kobanê weke ku her kes dizanê ne tenê bajarak bû ku çeteyên DAIŞ'ê êriş kirin ser û liberxwe da. Lê ew bajar bû xeleka bi hev gehiştina hêzên demokrat û azadîxwazên Rojhilata Navîn û cîhanê. Ji bo Kurdistanê tevahî demeke nû ya dîroki ye. AKP û dewleta Tirk; ne mubalexeya mirov bêjê ku ji Kurdan zêdetir vê rastîyê lêkolîn kirin û dîtin. Ji xwe bandora manewî ya vê pêngavê li ser rihê azadîxwazî li Tirkiya bi giştî û Kurdan bi taybet jî bandor kir û di hibijartina 7'ê Hezîranê de hêza xwe nîşan da.  

Hibijartin tenê beşek ji pêvajoya guherîn û veguherîna bingehîn ya herêmê ye ku gelan, jinan, reng û kultûrên cuda, derftên dîrokî ji bo avakirina sistema xwe dibînin. Lê AKP'ê ji bo pêşîgirtina vê pêvajoyê dest bi operasyona piskolojîk kiriye. Îrade û pêşengê vê modêla ku tevgera azadî û Birêz Ocalan  kirîye hedef, wer bawer dike ku bi reşkirin û berovajîkirinê wê biser bikeve. Wer bawer bike bi destxistina dengên saxte û bi komployan her tişt baş diçe! Niha gelê Kurd û tevgera azadiyê di pêvajoyeke nû de ne. Tevahî tiştên wê biqewmin wê nû bin. Ji ber ku bi amurên kevin têkoşîn li hemberî vê zihniyetê encam nayen girtin. Tevgera azadî di zanabûna wê de, pêvajoya xepandin bi helwêstên taktîkwarî û komplowarî bi dawî bû. Gotineke heye dibêjê; "Eger carêkê hatim xepandin xwedê bela li te bide, lê eger bû dû car xwedê bela li min bide". Gelê Kurd têre xwe ji vê xepandinê serwext bûye. Tiştê ku bike bi îsrar û bi xwe bawer xweseriya xwe li her derêkî îlan bike û xwedî lê derkeve ye. 

Tişta ku beşên din yê Kurditanê bikin, serwextbûne ji vê zihnîyetê, ne weke PDK ferşê sûr ber pêya wan da rastinê. 

Hefteya berê li Hewlêrê Wezîrê Karê Derveyê ya Tirk Ferîdûn Sinirlîoglû di panêlêke kû PDK organîze kirbû de got; “PKK terorîste” lê perlemantareka Kurd bi navê Rêzan Şêx Dilêr got; "Ez vê pênasyê ji bo PKK qebul nakim.” Ji xwe vê mijarê tê re xwe li Başurê Kurdistanê bû sedema nerazîbûnan. Gel, nivîskar û rewşenbîran bi helwêstên ji Sinirîoglû re gotin; ”Tu nikarê ji rêxstina herî mezin li Kurdistanê bêjî terorîst, hûn li ser gelê Kurd terorê birêve diben".