Nivîskar û wergêrê Kurd, Hisên Omar yekemîn pirtûka xwe bi navê “Dawiya Dewleta Navendîkirî” weşand.

Di pirtûkê de, nivîskar diyardeya dewletê, form û şêweyên wê û naveroka wê vedikole. Nihêrîn û baweriyên fîlozof û civaknasan, di serdemên cuda de, derbarê dewletê de li berhev digire.

Krîz û bertengiyên li pêş ezmûna Dewleta Navendîkirî şîrove dike û pêvajoya nenavendîkirina dewletê, wekî pêvajoyeke dîrokî ku pirraniya welatên cihanê vegirtiye, dişopîne.

Di pirtûkê de, beşeke taybet bi ezmûna federalîzma Iraq û Başûrê Kurdistanê û astengiyên li pêş wê ezmûnê heye.

Pirtûk ji 214 rûpelan pêk tê û sala 2018´an ji weşanxaneya J&J li Amedê derçûye.

Nivîskar û wergêr Hisên Omar sala 1967´an, li gundê Rikava yê ser bi bajarê Dêrikê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Wî helbestên Şêrko Bêkes wergerandine Erebî û 28 pirtûkên din jî ji Fransewî wergerandine Erebî.

AMED