Dawiya salê taksî wê bifirin
Teknolojî bi lez diçe. Ewçend bi lez e, her roj tiştekî nû çêdibe. Dawiya salê jî wê êdî taksiyên difirin bêne çêkirin. Taksiyên difirin, di nava çend salan de wê di nava jiyana me de têra xwe cih bigirin. Dewleta serkêşiya vê dike, Çîn e. Şirketeke Çînê ya bi navê EHAng da zanîn ku wan li eyaleta Guangxi ya Çînê li bajarê Hezhouʼyê dest bi amadekirina termînala taksiyên difirin kiriye.
Li gelek deverên cîhanê jî gelek şirket xebatên di vî warî de dikin. Ango di vî warî de pêşbaziyek heye. Jixwe li Dubai û Singapurê jî xebateke bi vî awayî heye.
Şirketa EHang a Çînê şîrketeke droneyan çêdike û 2 sal ber prototîpa texsiya xwe ya EHang 184 dabû naskirinê. Ev texsî du kesan radike.
Li gorî nûçeya Webtekno, şirketa EHangê diyar kiriye ku wan xebatên xwe bi pêş ve birine û tîpa EHang 216 çêkirine û niha jî dixebitin ji bo vê di xizmetê de bi kar bînin.
EHang difikire van taksiyan li bajarê Hezhou di derketina çiyan, germav û golan de bi kar bîne yanî para bêhtir li qadên turîstîk. Xebatên wan jî bi vî awayî bimeşe, taksiyên difikirin wê dawiya sala 2020'an bikevin jiyana mirovan. NAVENDA NÛÇEYAN