Ya ku em li Sûriyê dibînin, pevçûna berjewendiyan e, safîkirina hesabên aliyên dijber, bi kurtasî pêvçûna sê aliyan e. Yekemîn alî Tirkiye û komên îslamî yên terorîst in ku Qeter û Erebîstana Siûdî jî di vê xetê de ne û bi derfetên madî tevlî bûne, tam ne lihevkirî ne li gel berjewendiyên hêzên navneteweyî, hêzên weke Emerîka, Rûsya û Ewrûpa. Xeta duyemîn; xeta Şîî ye ku Îran pêşengiya wê dike, hebûna wê li ser erda Sûriyê, li ser daxwaza rejîmê ye ku hîna jî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve fermî ye. Ev xet nakok e beramberî berjewendiyên Emerîka û Ewrûpa, lê belê bi yên Rûsan re jî li hev dike. Xeta sêyemîn xeta xweser a li Rojavayê Kurdistanê ye ku Kurd jê re pêşengiyê dikin. Ew bi her du xetan din re jî nakok in, bi cudahiyeke kêm. Li gel hêzên navneteweyî jî heya astekê berjewendiyên wan ên hevpar hene, nexasim jî bi Emerîkî û Ewrûpiyan re.
Ev her sê xet jî xwedî proje ne. Projeya yekemîn û duyemîn, projeya desthilatdariyê ye, meriv dikare bibêje ti cudahî di navbera wan de di warê sîstem û birêvebirinê de nîne.
Her çî xeta sêyemîn e, xwedî proje ye û li cihê cih, bi rêve dibin, diceribînin û rojane jî bi pêş ve diçin û dixwaze weke model bibin modela nû ya tevahiya li Sûriyeyê. Ev proje ne projeyeke etnîkî û neteweyî ye, berevajî, projeyeke demokratîk e û ne navendî ye. Jixwe federalî di encamê de jî wê bibe sîstemeke Konfederalîzma Demokratîk.
Mebesta min ji vê babetê ev e ku lîstika li ser Babê bidim nîşan ka çawa xala hevgihiştineke bi nakok ya her sê xetan e.
Dewleta Tirk ku di bereya terorê de ye û alîkariya bi çek û madî ya DAIŞ´ê û El-Nusra û komên terorîst dike û her dixwaze wan bi karbîne ji bo pêkanîna armancên li ser desthilatdarî û têkbirina projeya federalî ya ku xeta sêyemîn bi rêve dibe.
Erdogan piştî ku fêhm kir Emerîka dema Obama û niha jî ya Trump nikare ji bo piştevaniya rojeva xwe bi kar bîne, neçar ma berê xwe bi de alî Rûsiya û serî jê re bitewîne da ku jin desketfî jê derxe. Ji bo vê yekê şertên Rûsiya qebûl kir, dev ji hin komên çekdar li Helebê berda.
Ji bo xwe li herêma Şehba bi cih bike û kantonên Rojava ji hev cuda bike, diviyabû bi xwe şerekî mîna senaryo bi erêkirina Rûsya li hemberî DAIŞ´ê bike, ew jî kir, lê ti desketiyeke siyasî bi dest nexist. Bi sedan komando û serbazên xwe dan kuştin, bi sedan jî dan birîndarkirin. Tevî ku Rûsyayê hevkariya Tirkiyeyê jî kir bi balafirên leşkerî, lê ev çirav ji bo Tirkiye tîrtir kir ku bi hev re di rojekê de 320 kes ji sîvîlan li Babê û Tadîfê kuştin. Vê îdîaya di nava hêzên opozîsyona Sûrî de nîşan da ka çawa dibe li gel balafirên leşkerî ya Rûsya, Tirk jî xelkê sîvîl dikujin! Ma qey çend sal in qala sûcdariya Rûsya nayê kirin ku xelkê sîvîl dikuje? Çawa dibe Tirkiye ya hevalbend li gel Rûsya xelkê sîvîl bike qurbanên senaryoyên xwe?
Tevî wan sedeman xuyabûna hêzeke mezin ya QSD´ê li nêzî Babê, Tirkiye neçar kir vê senaryoyê rawestîne û berê xwe bide navçeya Idlibê li ser îdîaya ku Rûsya fermand daye, şerê Cebhet El-Nusra bike.
Niha erka şerê li hemberê DAIŞ´ê bi artêşa westiyayî ya Sûriyê hatiye dayîn, çend gûnd li jêr Babê ji DAIŞ´ê paqij kirine, lê guman heye ku bikarin Babê ji destê DAIŞ´ê derxin, ji bo wê ji Tirkiye û Rusyayê li vê tifaqê kirine ku artêşa Sûrî bi vê erkê rabe. Rojên pêş, ev tablo wê zelaltir bibe. Bi pirranî, çavdêr wer bawer dikin ku ji bilî hêzên QSD´ê ti hêzên din nikarin DAIŞ´ê têk bibin, di pratîkê de jî ev hatiye îsbatkirin, ji bo wê jî hêzên arteşa Sûrî divê bi stûyê şikestî ji vê herêmê fîrar bike. Tirkiye bi kaoseke siyasî û serbazî re rû bi rû ye, nikare bi hêsanî jê derkeve. Ji hemûya jî ecêbtir, alîkarê serokwezîrê Tirk, Mehmet Şîmşek li pêş çavê cihanê hemûyî li Davosê got, "êdî em qala dûrxistina Esed ji desthiladariyê nakin, ev karekî ne mentiqî ye", lê zêde derbas nebû got, "ev daxûyanî bi şaşî hatiye fêmkirin û şîrovekirin, divê Esed di Sûriyeya siberojê de tine be".
Erdogan ev 10 roj zêdetir in ku bêdeng e. Bêdengiya Erdogan şîroveyeke cûda dixwaze ji ber ku berê her roj 2 heta 3 daxûyanî didan. Hin çavdêr, vê bêdengiya Erdogan weke bêçaretî û xetimandinê di siyaseta hundir û derve de dibînin. Niha dizane ku bi tenê maye û nikare gavekê jî bavêje, nexasim çend gavan jî bi paş ve davêjê. Axaftineke Ocalan a girîng heye, dibêjê, "Tirkiyeyeke kêşeya Kurd çareser neke, bi pêş nakeve". Eger Tirkiye dixwaze mezin bibe, divê gavan ji bo çarserieyeke cidî û bingehîn ji bo pirsa Kurd bavêjê, naxwe, wê halê Tirkiyeyê ji darbe ber bi kaosê, ji malkavilî ber bi tenê mayînê ve biçe, ji hilweşîna aborî û xizankirina gelên Tirkiyeyê pê ve ti tişta din lê naye hilberîn.
Erdogan divê baş zanibe ku çareserî di wê xetê de ye ku ji Îmralî derbas dibe û li Amedê bi dawî dibe. Heta ku vê rêyê neşopîne, ne mûmkin e ku karibe rol li derve û nav xwe de bibîne. Dûbare dikim, senaryoyên Babê û Îdlîbê ji perîşanbûna Tirkiyeyê û wêdet ne tişteke din e, û zêdetir jî wê di çirava bakurê Suriye de biteqine û dawiya Enqereyê wê li Bakurê Suriyê be.