'Karê zehmet jî girtine ser milên xwe'
Di daxuyaniyê de ku soza bilindkirina berxwedana cangoriyên Kurdistan têdayîn wiha bi dawî bû: “Em ê hunera ku çalakiyeke azadiyê ye li ser bingeha hunera şoreşgerî ya şehîdên me afirandine, di avakirina Kurdên Rêber Apo yên azad de esas bigirin. Ji bo em li Kurdistanê tevgera çand û huner a demokratîk bigihînin asta herî pêşketî em ê, di nav hewldanan de bin û li ser vî esasî em soz didin em ê, girêdayî bîranînên şehîdên xwe bin.”
Piştî daxuyaniyê li ser navê malbatê xizmê Daxistan Koçer, Ezîz Demîr axivî. Demîr got ku ew bi şehîdên xwe serbilind in û her tim wê dişopa şehîd û Rêberê xwe de bin. Endamê Meclîsa Gel a Demokratîk Cîhan Eren jî di axaftinaxwe de bal kişand ser girîngiya hunerê ya di nav Tevgera Azadiya Kurdistan de û got ku bi saya endamên PKK'ê yên bi hunerê re mijûl dibin di nav gelê Kurd de çand û huner pêşketiye. Eren,di dewama axaftina xwe de got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan huner wek kare herî zor û zehmet ê jiyanê terîf kiriye û gerîllayên wek Yekta Herekol, Hêvî û Daxistan li gel gerîllatiya xwe ev karê zehmet jî girtine ser milên xwe."
Merasîm bi dirûşmaya “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
DÎHA/MEXMÛR