Berpirsyarên YPG, YPJ û Burkan El-Firat ên li eniya başûrê Kantona Kobanê, piştî operasyona hevpar ku 10 rojan dewam kiribûn, li gundê Qiratê yê 50 kîlometre dûrî Kobanê daxuyaniyek hevbeş dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de yek ji fermandarên YPG`ê Heqî Kobanê destnîşan kir ku wan bi navê  'Operesyona Tolhildana Şehîdan' operasyon daye destpêkirin. Heqî Kobanê go armancên operasyonê yên leşkerî, siyasî û neteweyî hene û wiha dewam kir: “Armanca operasyonê ew e ku li ser navê biratiya gelan li hemberî çeteyan şer bikin, çeteyên DAIŞ’ê yên ku di bin navê  ol, mezheb û qewmiyetê de êrîş dikin ji van deran bavêjin, her wiha kiryarên DAIŞ`ê bi dawî bikin û tola şehîdên gundê Girik şehîd Êvar, Egîd, Demhat, Şiyar û hemû şehîdên azadiyê hilînin.”


´Operasyon wê dewam bike´

Heqî Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wekî YPG û Burkan El-Firat soz didin rêhevalên xwe yên ku ji bo rizgarkirina welat û Suriyeke demokratîk canê xwe feda kirine. Heta ku çeteyek li ser vê axê bijî,  operesyon wê bidome.”

Yek ji fermandarên Tugaya Siwar El Reqa ya girêdayî Burkan El-Firat Ebo Setof jî wiha axivî: “Em wekî Burkan El-Firat opersyona paqijkirina herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ`ê dimeşînin. Di navbera Kurd û Ereban de ferq nîne, em hemû birayên hev in.”

Li ser navê YPJ’ê jî yek ji fermandaran Engîzek Kobanê axivî û da zanîn ku ew wekî hêza parastina jinê ji bo tolhildana şervanên YPJ`ê yên ku di berxwedana herêmê û parastina axa xwe canê  xwe feda kirine û bi lehengî jiyana xwe ji dest dane şer dikin. 


 ANHA/KOBANÊ