Komel di daxuyaniya xwe de dide zanîn:
„Komel, di roja 24.01.2012’an de, ji ber astengkirina karê Parêzeran li Tirkiyê û binpêkirina mafê mirovan, di bajarên mezin yê Ewopayê de, li ber Balyozxane û konsolosên Tirkiyê de mîtîng û meş organîze kirin.
Li gel van çalakiyan de, daxuyaniya daxwazan, ya ku ji bo hikûmata Tirkiyê hatibû amadekirin hatine dayîn.
Ev bi salane ku rêxistinên wek, Amnesty International, Human Rights Watch û Komîsyona Ewropayê jî protestoyên xwe li hember binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyê didin diyarkirin. Binpêkirina mafê mirovan li Tirkiyê ne tenê li dijî muxalîfên hikûmetê, li dijî kêmnetewan, bi taybetî jî li dijî gelê Kurd li Tirkiyê tê pêkanîn.
Ev astengkirin di eynî demê de li dijî parêzerên ku bi cesaret parastina qurbanên binpêkirina mafê mirovan dikin, pêk tê.
Ji destpêka 2009’an heta îro ji ber qanûna antî-terorê, ya ku di sala 1991’an de hatibû îlankirin, derdora 8 hezar kesên ku wek endamên KCK’yê tên hesibandin hatine girtin.
Ji nîvî zêdetir kesên ku hatine girtin hîn jî di girtîngehan de ne.
Komîsyona Ewropayê, ji ber vê erwşa aloz li Tirkiyeyê pirsa kesên girtî kiribû û Tirkiyeyê di meha Cotmeha 2011’an de bersîiv dabû ku 650 kes hîn jî girtîne.
Dadgeha merkezî ya ku li dijî KCK/TM hatibû lidarxistin di 18’ê Cotmeha 2010’an de li Diyarbekirê dest pê kiribû. Ji 151 kesên ku dihatin sûcdarkrin, 103 kes girtî bûn. 8’ê wan kesan parêzer bûn.
Dadgehê di roja 19’ê meha Cotmehê 2010’an de serîlêdana parastinê bi zimanê Kurdî red kiribû.
Ji ber vê serîlêdanê îfadeya 100 parêzeran hat girtin.
22’yê meha Kanûna 2011’an de êrîşêkî tund di çarçoveya doza KCK’yê de pêk hat û li gel hejmareke zêde ya kesan 36 parêzer jî hatin girtin.
piraniya parêzerên girtî parêzerên birêz Abdulah Ocalan bûn.
Heman demê de, di 20’ê meha 12’an 2011’an de hejmarêkî zêde ji rojnamevanan hatin girtin. 20 rojnamevan hîn jî girtî ne.
Lê li gor şertên Netewên Yekbûyî, ên ku di sala 1991’an de hatine pejirandin, divê:
Hemû endamên yekitiyê derfetan çêbikin ku parêzer bê astengî karên xwe bi rêve bimeşînin;
Welatên endam, dema ku Parêzerên ku di bin tehdîdan de dimînin û ewlekariya wan nîn e, divê tedbîrên parastina wan were standin;
Divê parêzer ne wek muwekilên wan werin hesibandin.
Ji ber vê yekê jî Komel ji Tirkiyê daxwaz dike ku:
Divê qanûna antî-terorê ji holê rabe;
Divê hemû parêzer werin berdan û rê ji bo karê wan vebe;
Divê dadgehekî adil li gel kesên girtiyên ji doza KCK’yê were meşandin û rê ji bo grûbên çavdêr ên navnetewî were vekirin;
Divê komîsyonekî lêkolînê ya navnetewî were sazkirin û lêkolîn li ser berpirsiyarên girtina kesên parêzer û binpêkirina mafê mirovan werin çêkirin.”
Ez hêvî dikim ku ev daxuyanî deng bide.
Herî girîng: li Tirkiyeyê guhartineke erênî were holê; zextên li ser gelê Kurd bi dawî be.