Pêr li Hewlêr ji bo cangoriyê Komkujiya Roboskiyê li Hewlêrê ji aliyê Asoya Medeniyet û Yekitiya Afretên (jinên) Kurdistanê ve merasimek bîranînê hate lidarxistin. Nunerê Serokê Herêma Kurdistanê, Felakedîn Kakeyî beşdar bû.
Kakeyî di merasibê de gotare li ser navê Nunerê Serokê Herêma Kurdistanê pêşkêş kir û got; “Kesên ku di vê bûyera dijwar de hatin kuştin, bûne qûrbanê şereke ne rewa.
Kakeyî destnîşan kir ku ji bo bûyerên bi vî awayî bi dawyî bibin, divê dewleta Tirk daxwaza lêborînê ji xizmên kesên ku di Komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dane lêborînê bixwaze û got; “Divê dewleta Tirk lêborînê bixwaze, tazmînatê bide malbatan. Em hêvîdar in ku li Tirkiyeyê pêvajoya aşitiyê were destpêkirin.”
Kakeyî bi bîr xist ku nêzî 30 al in li Tirkiye şer û pevçûn di navbera PKK û dewleta Tirk de heye û bal kişand kul i gorî agahiyên ne fermî heta niha zêdetirê 40 hezar kes ji her du aliyan hatine kuştin.
Kakeyî destnîşan kir ku ev bûyerên wiha dilêş di encama şereke wiha de diqewimin, ji ber wê jî divê ev şer êdî bi dawî bibe. Kakeyî daxwaz ji PKK û dewleta Tirk kir ku agirbesteke du alî rabigihînin û dest bi diyalog û danûstandinan bikin. Kakeyî got; “Li Bakûrê Kurdistanê ev pirsgirêk encex bi rêya aşitî û demokrasiyê çareser dibe.”
Her wiha, di merasimê de, xwendekarên Dibistana Amadeyî ya Kecan a Hewlêr ji bo cangoriyên Komkujiya Roboskiyê çira vêxistin û wêneyên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane jî hatin hilgirtin.
ANF/HEWLÊR