
Reşîd ku girtina parlementeran û zextên dewleta Tirk şermezar kirin got; “Ev kiryarên li hember tekoşerên Kurd ne nûne. Rûyê rastî yê Erdoganiyan li Tirkiye eşkere dike. Ti nirxek ji bo karanina mafê mirov û xwe îfade kirinê nîne.”
Her wiha Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd got: “Em daxwaza rawestandina siyaseta dîktatoriyane ya li hember gelê Kurd dikin. Her wiha daxwaz dikin Serokê PKK’ê Birêz Abdullah Ocalan, Hevserok û Parlamaenterên HDP’ê bên azadkirin.”
Dr. Ebdulletîf Cemal Reşî bang li Tirkiyeyê kir ku leşkerên xwe yên li Iraqê bikişine û mudaxeleyî karê hundirîn ê Iraqê nebe.
BEXDA