Rêveber û endamên Komelên Hemwelatiyên Azad a taxên navçeya Sûrê li ber Komela Hemwalatiyên Azad a taxa Hasirliyê ji bo fatureyên av, ceryan û telefonên welatiyan bi kurdî werin birîn daxuyaniya çapemeniyê dan. Rêveberên BDP’a navçeya Sûrê, rêveber û endamên Komeleyên Hemwelatiyên Azad û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Komê pankarta “Gelê kurd di saziyên fermî de bi zimanê xwe xizmetê dixwaze” hate vekirin. Li ser navê girseyê Mamoste Medya Ormek, daxuyanî xwend. Ormek, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, bikaranîna mafê zimane kurdî gavekî grînge û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê ji ber ku pirsgirêka kurd bi awayekî demokratik naye çareserkirin, alozî jî her rojên ku di bihurê zêde dibe. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bikaranîna mafê zimanê kurdî gavekî grîng e. Heta niha bikaranîna mafê zimanê kurdî gavekî berbiçav hê nehatiyê avêtin.” Ormek, got ku hemwelatiyên Tirkiyê tev bi tirkî di peyivin, li gor agahiyen daneyên fermî li Tirkiyeyê 52 zimanê û zarava hene. Ormek, anî ziman ku ji 52 ziman û zarava ji bo zimanê dayikê xizmet xwestin kurdî tenê ji hemwelatiyên kurd bilind dibe.
Ormek, da zanîn ku li Tirkiyeyê ji xeynî zimanê tirkî bi tu zîmanê din xizmet nayê kirin û wiha pêde çû: “Her ciqas wekî asteng qanûna bingehîn bê nîşandayin jî, weşanen Tv û rojnameye heta niha kar û xebatên xwe berdewam kirin. Li Tirkiye welatiyên kurd bi zimanê xwe li dadgehê parastina xwe nikare bike û kurd bi zimanÊ xwe perwerdehî û hîndekarî nikare bibînin.”Ormek, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ziman hemû bi tirkiye, li saziyên dewletê dan û standin, nivîsên wan tev bi yek zimaniye.
Herî dawî Ormek, bi bîrxist ku fatureyên avê, ceryanê û telefonan welatiyên kurd bi kurdî bên birîn û got ewê li dijî polîtakayên asîmilasyonê li berxwe bidin û heta ku şîrketên ragihandin û saziyên din fatureyê wan yê avê, ceryan, û telefonê bi kurdî ne birin dê mafê zimanê xwe bi xwazin û razandina fatureya nekin.
DÎHA/AMED