
'Her kes xwe dibêje'
Prof.Dr. Abdulwehab got divê Konferansê de ziman wek stratejiyek netewî nehatiye destgirtin, lê belê dîsan konferans hewldaneke û girînge û wiha dewmkir. “Divê hukmeta herêma Kurdistanê van lêkolinên ku di vê konferansê de hatin destgirtin ji bo xwe bike bingeh, daku bikarin çareseriya hinek arîşeyên zimanê Kurdî çareser bikin”.Abdulwehab da zanînku li gorî wî ev konferanse ne di wê astê deye ku bikare ziman weke meseleyekî netewî wek hemu milkê netewa Kurdistan be. Herî dawî Abdulwehab got pêwîste duvçûyînek ya Konferansê hebe. Îbrahîm Seydo Aygoxan jî di derbarê Konferansê nêrînên xwe got û da diyarkirin ku pirsgirêka ku em li vê derê dibînin her kes tê ya xwe dibêje, helwestekî giştî tuneye û wiha pêde çû. “Pêwîste helwestekî giştî hebe, ev jî tê wateya peydakirina çareseriyê lê ya me dîtî divê konferansê armanc ne çareserî tenê ispata xwe ferzkirinê heye.”
Sîstemeke rengîn
Îbrahim Seydo da zanîn ku di vê Konferansê xwestina ya xwe ispatkirin heye û got ev ji dibe sedemê beşekî civaka Kurd bi xeyide. Seydo got pêwîste li vê konferansê biryareke maqul were dayîn, ew jî êdî xeletiyên ku welatên din kirine em dizanin û welatana şaşiya xwe qebul dikin jî beramberî vê em mecburê wan xeletiyan nebin daku ji bo xwe bikin tecrube. Herwiha Seydo got pêwîste sîstemeke wisan were avakirin daku her kesê rengê xwe wê wîstemê de bibîne.
Ziman nasname ye
Mamostaya zankoya Selahedin Dr.. Aryena û Dr. Feridun Abdulberzencî jî dan diyarkirin ku ev konferansane gelek giringiyên xwe hene. Li ser vê yekê Dr. Aryena got konferansê bi vî awayî dibin sedemê pirsgirêkên dinava lewaziya ziman yên di medya û perwerdê de heyîn werin çareserkirin. Aryena got eger me lewaziyên heyîn di nava medya û perwerdê de çareser kirin wê demê wê zimanekî bingehê zimanekî standart jî were avakirin. Herî dawî jî Aryena got ziman nasnameya netewyetêye eger em Kurd zimanê xwe ne parêzin emê wenda bibin. Dr. Feridun Abdulberzencî jî got karê ku di van konferansane de tê kirin pêwîste were pêkanîn, ya girîng ewe ku em zêdetir lêkolînê liser ziman û dîroka gelê xwe bikin. Herwiha Feridun got ger piştî konferansê biryarên tên standin neyên kirin tu wateya wê jî namîne.
Serokê Endustriya Kurdî a li Danîmarkayê Rojan Hazim jî ku tevlî konferansê bû nêrînên xwe anî ziman. Hazim got li gorî min diyaloga herî xirap ji bê diyalogiyê baştire û wiha dewamkir. “herdu konferansên din yên ziman ji vê konferansê gelek baştirbu, ji ber ku tevlîbunek ji her çar parçeyên Kurdistanê hebu. Lê mixabin konferansa îsal ji aliyê tevlîbunê ve gelek kêmahî hebu” Rojan Hazim got zêdetir kêmasiyên herêmê tên nîqaşkirin, lê divê ne wusan be pêwîste netewî bê fikirin. Bajarên Kurdistanê Amed, Hewler,
Qamişlo û Mahabad nikarin ziman di çarçoveyekî teng de bigrin dest. Rojan got hêviya me ewe êdî konferans ne herêmî netewî werin li darxistin.
Hersê rojnamevanên Kurd Şîlan Mihemed, Aram Bamuki û Hoşyar Eziz jî gotin konferansek zanisti bi xwe bihayekî zanistî û akademi heye. Her çendî kêm bejî ev konferans şarezayiyên li aliyê ziman yên her çar parçeyên Kurdistanê nêzîkê hev dike. Rojnamevahah got ji bo ku em di medyayê de kêmahiyên ziman çareser bikin konferanseke girînge û di heman demê de ji bo netewa Kurd jî gelek girînge. Herî dawî jî gotubêjê konferansê Newzat Abduleziz got her karek ku li er meseleya netewî tê kirin wek ziman karek gelek girînge. Îsal me zêdetir balkişand li ser medya û pwerdeyê di aliyê ziman de, jiber ku eger em herdu aliyane çareser bikin emê bikarin zimanekî standar ava bikin.
ÎDR.ÎS KARA / DÎHA/HEWLÊR