Rêxistina Mafên Mirovan a Rojava der barê komkujiya Tilêliyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di 30'ê gulanê de me serdana gundê Tilêliyê yê rojavayê bajarê Serêkaniyê kir û hemû bûyerên wekî kuştin, dizî û wêrankirinê bi belge kirin. pirraniya qurbaniyên komkujiyê ji bajarê El-Sifêra yê bajarê Helebê ne."

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: "Wekî Rêxistina Mafên Mirovan a Rojava em hemû kiryarên 'terorîst' yên komên radîkal bi tundî şermezar dikin û bang li rêxistinên navnetewî  û herêmî dikin ku kiryarên çeteyên DAIŞ'ê şermezar bikin, alîkariyan pêşkêşî gelê Rojava bikin, biryarên cidî derbarê komkujiyê de bigrin û ji bo lêpirsînan komîteyekê ava bikin.“

"Li dijî êrîşan bibin yek"

Di heman çarçoveyê de Tevgera Gelê Kurdistanê-Sûriyeyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya tevgerê de wiha hate gotin: "Ev ne cara yekê ye ku komên 'terorîst' yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAIŞ) di derheqê welatiyên sivîl ên Rojava de komkujiyan pêk tînin. Tê zanîn ku ev rêxistina terorîst ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve bi armanca derxistina tevlîheviyan di navbera pêkhateyên Rojava de, hatiye avakirin. Ev rêjîm dijminê gelê Sûriyeyê, hêzên demokratîk û gelê Kurd e."
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku beriya çend rojan çeteyên DAIŞ'ê ciwanê Kurd Mihemed Mihemed ê ji bajarê Kobanê, ser jêkirin û di 28'ê gulanê de li gundê Tilêliyê yê rojavayê bajarê Serêkaniyê komkujiyek pêk anîn.
Di daxuyaniya tevgerê de her wiha girîngiya yekîtiyê û sekna li hemberî êrîşên çeteyan hate ziman û wiha hate gotin: "Wekî Tevgera Gelê Kurdistanê em hemû kiryarên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî welatiyên sivîl bi tundî şermezar dikin."
Di dawiya daxuyaniya Tevgera Gelê Kurdistanê de bang li gelê Kurd û partî rêxistinên û siyasî hate kirin ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi hev re li hemberî êrîşên hovane yên li dijî herêmên Rojava têne kirin, bisekinin.