
'Herî zêde mayin li Dêrsimê hene'
Nûnerê ÎHD'a Dêrsimê Bariş Yildirim, diyar kir ku li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî li Dêrsimê bi tevahî 10 hezar û 557 mayin hene. Yildirim, anî ziman ku di nava bajarên Tirkiyeyêde herî zêde mayin li Dêrsimê hene û wiha got: "Di sala 1987'an li Dêrsimê rewşa awarte hat îlankirin. Hem di serdema OHAL'ê de û hem jî pêvajoyên din mayin hatin çandin. Li gorî raporê 10 hezar û 557 mayinên antî personel hene. Li gorî heman raporê li Tirkiyeyê herî zêde mayîn li Dêrsimê hene. Li gel ku peymana Ottowa di 1'ê Adara 2004'an de ket meriyetê jîdîsa heta niha tu gav nehatiye avêtin."
'Erdnîgariya Dêrsimê qada mayînan e
Yildirim, anî ziman ku li gel gelek mayinên anti personel hene jî dîsa heta niha ji bo paqijkirinê tu gav nehatiye avêtin û wiha got: "Di xala 2'emîn a Mekeqanûna Tirkiyeyê de dibêjin Tirkiye dewleta hiqûqê e. Dîsa li gorî peymana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gav nehatine avêtin. Welatiyên Dêrsimê di bin rîskên mezin de dijîn. Gundî ji ber van teqemeniyan nikarin ji malên xwe derkevin. Nikarin biçin nava zevî, mêrg û dahlên xwe. Nikarin biçin şivantiyê bikin. Divê di vê pêvajoyê de xwîn raweste. Hêsirên çavan raweste. Divê li axa Dêrsimê bi tevahî aştî pêş bikeve. Piştî pêvajoya aştiyê pêş bikeve dê vegera gundan dest pê bike. Ji bo vê yekê jî divê bingehê vegera gundan bê avakirin û teqemenî û mayin bên paqijkirin. Emrê van teqemeniyan heta 75 salan heye. Ji bo vê yekê divê ev mayîn bên paqijkirin. Yildirim, xwest demek berîya demekê hikûmet û dewlet li gorî peymana Ottowa tev bigere û mayinên li ser vê axê paqij bike û welatî karibin serbest li ser axa xwe tev bigerin.
YASÎN KOBULAN/DÎHA/DÊRSIM