
Piştî ku derket holê koma "Osmanen Germania" çeteyeke çekdar a li Elmanyayê ye, siyasetvanên Elman xwest, ev kom û UETD ku rêxistinên rejîma AKP'ê ne, bên qedexekirin.
Çeteya "Osmanen Germania" ku xwe bi navê "Kluba Boksê" bi rêxistin dike, li Elmanyayê bû mijara nîqaşê. Ev çeteya ku beriya bi çend rojan rojnameya "Stuttgarter Nachrichten" û televîzyona ZDF di bernameya xwe ya bi navê "Frontal 21" de xistin rojevê, tê xwestin ku têkiliya vê komê bi rejîma AKP'ê re bi rengekî cidî bê lêkolîn.
Cihê ku ev çete lê çalak e, eyaleta Baden-Wurttembergê ye. Midûrê Polîsan ê vê eyaletê, Klaus Ziwey da xuyakirin, wê bê lêkolîn bê ev çete li derveyî welat tê kontrolkirin yan na. Rayedarê ewlekariyê got, "yekîneya têkoşîna li dijî terorê ya navneteweyî" ya ser bi rêxistina polîsê ya federal (BKA) jî wê tevlî vê lêpirsînê were kirin û îşaret bi rola saziya bi navê UETD´yê kir.
Klaus Ziwey diyar kir ku Yekîtiya Demokratên Tirk a Ewrûpî (UETD) ku saziya lobî ya AKP'ê ya li Elmanyayê ye, têkiliya xwe bi vê çeteyê re heye.
Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Baden-Wurttembergê Thomas Strobl got, "Ne ya qebûlkirinê ye ku hikûmeta Tirk tevlî karên navxweyî yên eyaleta me bibe."
Serokê koma Keskan Hans-Ulrich Sckerl xwest, yekîneyên îstîxbaratê û ewlekariyê hemû derfetên xwe bi kar bînin û lêpirsîneke berfireh bi rê ve bibin.
Rayedarê Partiya Keskan bal kişand ser agahiyên ku nîşan didin ku AKP fînansorê "Osmanen Germania" ye û got, "Fînansekirina êrîşên li dijî Kurd û mirovên bi rengekî vekirî li Elmanyayê nihêrînên xwe tînin ziman, ne ya qebûlkirinê ye."
Serokê Koma Partiya Demokratên Azad (FDP) a eyaleta Baden-Wurttembergê Hans-Ulrich Rulke jî xwest UETD li gelemperiya Elmanyayê bê şopandin û piştre were qedexekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN