Robert Halef destnîşan kir ku li Swêdê nêzî 200 hezar suryanî dijîn û di pêşnûmeya pêşkêşî Parlamentoya Swêdê kir de xwest ku ji bo suryaniyên li Tirkiyeyê bên nasîn, di asta Yekitiya Ewropayê de hewl bêne dayîn.

Di pêşnûmeyê de tê diyarkirin ku di salên 1990’î de li Tirkiyeyê zêdetirî 2 milyon suryanî, ermen, rûm û cihû dijiyan û wiha tê gotin; “Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de piraniya suryaniyan hatin kuştin, ji ser xaka xwe hatin koçberkirin. Niha li Tirkiyeyê tenê nêzî 15 hezar suryanî dijîn.” Her wiha, di pêşnûmeyê de tê destnîşankirin ku xaka Dêra Mor Gabriel a li navçeya Midyada Mêrdînê hatiye desteserkirin û wiha tê gotin; “Îro li Tirkiyeyê gelek zor e ku xiristiyan û suryanî bikaribin çand, ziman û ola xwe biparêzin. Zext li ser baweriyê jî hene. Her çendî tu bingehê wê yên hiqûqî tune bin jî, dewleta tirk malê suryaniyan desteser dike û gef li wana dixwe. Mînakek a vê jî Dêra Mor Gabriel a li navçeya Mîdyada Mêrdînê ye. Her çendî dadgehê biryar da ku ew der axa dêrê ye, lê hê jî dewlet dixwaze dest deyne ser. Dîsa, mafê perwerdehiya zimanê zikmakî yê suryaniyan jî tune ye.”

BRUKSEL