Li Swêdê ji 100 hezarî zêdetir Suryanî dijîn û komele, partî û rêxistinên Asûrî-Suryanî ku li wir xebatan dimeşîne, ev du mehe tên cem hev û pirsgirêkan nîqaş dikin, daxwazên xwe diyar dikin û dixwazin di pêvajoya aştiyê de cih bigirin.

Rêxistinên Asûrî-Suryanî bi armanca ku daxwaz û xebatên xwe yên dê bikin diyar bikin komîteyeke ku nûnerên 3 rêxistinên cuda têde cih digirin ava kirin. Komîte bi awayekî rêk û pêk tên cem hev. Serî li nêrînên gel dixin û daxwazên gelên Asûrî-Suryanî zelal dikin. Encamên ku komîteyê xwe gihadiyê û pêşniyarên xwe di civîna ku dê di 6’ê hezîranê de pêk bînin bigihînin rêxistin û partiyan.
Yekitiya  Demokratîk a Suryanî, Partiya Guherînê ya Demokratîk a Mezopotamyayê, Yekitiya Asûriyên Cîhanê, Partiya Demokratîk a Beth Nahrîn, Seyfo Center, Rêxistina Demokratîk a Asurî û bi giştî 10 partî û sazî tevli civînan dibin.


'Divê dîroka me bê parastin'
Nûnerên rêxistina Demokratîk a Asûrî Saît Yildiz diyar kir ku nêrînên hemû partî û rêxistinan girtine û piştî ku van li ber çavan derbas bikin û nêrînên gel girtin wê  daxwazên xwe yên ku divê di makeqanûnê de cih bigire zelal bikin.
Ji partiya Guherînê ya Demokratîk a Mezopotamyayê Suleyman Boyaci jî got piştî komîteyê daxwazên Asûrî –Suryaniyan diyar kirin dê bi saziyên Tirkiye û Ewropayê re bikeve nava têkiliyê û piştî nêrînên û pêşniyarên wan girtin wê dosyaya amade kirin rayedarên Tirkiyeyê. Boyaci got dê Dêran jî tevli vê pêvajoyê bikin û got: “Heta îro çend rêxistin û Dêran daxwazên xwe cuda cuda ragîhandine. Em dixwazin ku hemû bi daxwazên hevpar tevli pêvajoyê bibin. Daxwaza herî girîng eve ku Asurî-Suryanî wek gel bê qebûlkirin. Ger ev bê qebûlkirin dê mafê me yên ziman, perwerde û çandî jî bên qebûlkirin. Ya duyemîn em naxwazin dîroka me şaş bê dayîn. Ev 5 hezar sale em li ser axa Mezopotamya dijîn.  Divê dawî li îfadeyên nîjadperest bê dayîn. Ya sêyemîn jî behrem, cih û warên me yên dîrokî divê bên parastin.” 

ANF/STOCKHOLM