FADIL DONMA / SALZGITTER
Dayê Dirrê Gornu 24’ê Kanûna li Êlihê 2019’an rehma xwedê kir. Dewleta Tirk û hêzên wê yên kontra, hevser û 2 kurên Dayê Dirrê qetil kiribûn. Dayê Dirrê li bajarê Elmanyayê Salzgitterê hate bibîranîn. Keça wê Zozan li Salzgitter dimîne û bi xwesteka wê, ev merasîma bibîranînê li Navenda Kurdistaniyan çêbû. Masa bîranîn bi hersê wêneyên şehîdan û ê Dayê Dirrê bi gul û findan hate xemilandin.
Kurê dayik Dirrê, Metin Gornu di bibîranînê axivî û li ser dayika xwe got, “Dayika min gelekî zor û zehmetî dîtin. Em mecbûr bûn ku em ji cih, war û welatê xwe derkevin. Diya min jineke wêrek bû, ti carî serê xwe li hemberî zilm û zorê netewenad. Wê herdem ji me re digot, welatê me û çanda me ji bîr nekîn, li dû doza xwe bisekinin. Dayê herdem cilê wê kesk û sor û zer bûn. Jinek Kurdistanî bû, dayika me tevan bû. Li gorî şertên welat, dîsa jî em birçî nehiştin. Em tev wekhev didîtin û wiha jî em mezin kirin û anî emrekî. Dayê li Hannoverê li cem kurê xwe Aydin dima, tendurustiya wê ne baş bû, hem fizîkî û hem pîskolojiya wê her diçû, zêde ber bi xerabûnê diçû.
Timî çav li vegera welat bû
Dayê herdem dixwest vegere ser axa xwe. Wê rojekê biryara xwe da û got, ez êdî li vir namînim û dayê berê xwe da welat û çû cîhê xewn û xeyalên xwe. Dayê dema li welat ma, me dît tendurustiya wê roj bi roj baş dibû, dayê wek gulekê vebû, tendurustiya wê gelekî baş bû. Wê got ez êdî ji welatê xwe dernakevim.”
Li ser navê Tevgera Jinên Kurdistanê YJK´ê Hakime Yousef jî got, “Dayika me û malabata wîli sirgûnê mane. Ji ber ku li hemberî koletiyê, zordestiyê û dagirkeriya li welatê me Kurdistanê rabûne.”
Keça dayê Zemzema jî got, “Divê gelê Kurd vê dozê bişopîne, lê xwedî derê, wê zarokên xwe şehîd dan, tenê daxwaziya wê ev bû xelk li vê dozê xwedî derkeve. Daxwazya wê daxwazya min e jî.”
Li aliyê mêran jî nûnerê Komawê Apê Hesen jî got, “Xwesteka dayê ew bû ku gelê Kurd li vê şoreşê û xwîna şehîdan xwedî derkeve, xwesteka hemû malbatê şehîda jî ev e.”