Li bajarê Saharpville yê Efrîqa Başûr, ku herî zêde pêkanîn nijadî zêde bû, girseya ku ji bo zagonên cudakariya nijadî bi dawî bike çalakiyên aştiyane pêk anîn. Lê hêzên dewletê gule li ser gel reşandin û di çalakiyê de 69 kes qetil kirin. Li Efrîqaya Başûr têkoyîna reşikan a li hemberî rejîma Apartheitê derket asta herî jor. Ji wê rojê heta niha her sal di 21'ê Adarê de wekî "Roja Têkoşîna li Dijî Cudahiya Nijadî ya Navneteweyî" tê pîrozkirin. Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di sala 1966'an de bi biryarekê di nava welatên cîhanê de wekî rojek navneteweyî îlan kir. Lê li gel vê yekê dîsa mirov rastî êrîşên nijandî tên. Yek ji van welatên ku welatî rastî êrîşên nijadî tên Tirkiye ye. Di serî de Kurd, ermenî, laz, û welatiyên din rastî êrîşa nijadên serdest tên.
Bi minasebeta vê rojê Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan, diyar kir ku lazim e bi munasebeta 21'ê Adarê li dijî pêkanînên nijadperestî zagon bên rastkirin û zagonên nû bên derxistin û wiha got: "Pêvajoya aştiyê pêş dikeve. Ji ber vê yekê divê zimanê aştiyê bê bikar anîn. Divê zimanê aştiyê serdest be. Divê zimanê wekhevî û mafan bê bikar anîn. Divê li dijî nijadperestiyê zagon bên derxistin."
Turkdogan, anî ziman ku Dadgehên Cezayên Navneteweyî bûyerên li dijî mafên mirovan pêş dikevin wekî sûcê mirovahiyê bi nav kiriye û wiha berdewam kir: "Li ser navê dewleta netewbûnê yek ziman yek dewlet yek ol yek nijad pêx dixin. Divê pêşiya vê yekê bê girtin. Divê Tirkiye bi zagonan pêşiya van êrîşên nidajperestî bigire."
DÎHA/ENQERE