Hin rewşenbîran diyar kir ku pêvajoya heyî ya li Tirkiyeyê ji demên darbeyên eskerî jî dijwartir e û ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bang li hikûmeta Tirk kirin ku gavinan bavêje.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îro di roja 141’ê de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyên azadiyê didome.
Hunermend Levent Uzumcu, Adnan Ozyalçiner û Nûr Surer bang li hikûmetê kirin ku gavinan bavêje.
Berpirsiyar hikûmeta Tirk e
Şanoger Levent Uzumcu, bi bîr xist ku li saziyeke dewletê, girtiyan ji bo dengê xwe ragihînin çalakiyên fedaî krine û got: "Heger li girtîgehan mirov bikevin greva birçîbûnê û xwe bişewitînin û dawî li jiyana xwe bînin, berpirsiyarê vê yekê hikûmeta ku bûye xerîbê gelê xwe bixwe ye."
Bi erka xwe rabe dewlet!
Aktrîst û şanoger, Nûr Surer jî got, "Pêvajoya niha em tê de, bi her awayî pêvajoyeke êşbar e. Ev ji demên darbeyên eskerî yên herî giran jî diwjartir e. Bi taybetî jî piştî 15'ê Tîrmehê zext û zorî zêde bûn. Mafê girtiyan ê herî sereke mafê jiyanê ye û parastina vî mafî jî berpirsiyariya dewletê ye. Bang li dewletê dikim ku rojekê berî rojekê peywira xwe bi cih bîne."
Divê gav bên avêtin
Nivîskarê Tirk Adnan Ozyalçiner jî got, "Mafê jiyanê mafê me yê herî xwezayî ye. Ne mumkin e bê binpêkirin. Mafê her kesî ye. Bi taybetî jî mafê wan kesan e ku azadiya wan hatiye binpêkirin. Mafê wan e wekî her mirovî bijîn. Ji bo vê divê demildest gavin bên avêtin û daxwaza wan bê qebûlkirin."
JINNEWS / IZMÎR