20 parlamenterên jin ên li eyaletên cuda yên Elmanyayê, xwestin daxwaza Leyla Guven a ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan tavilê bi cih were anîn. Wekîlan deklarasyona hevpar weşand û ji hikûmeta federal xwest ku zextê li Tirkiyeyê bike.
Di deklarasyonê de hate ragihandin, mîna Guven gelek siyasetmedarên HDP’yî û aktîvîstan jî bi heman daxwazê bedena xwe daye ber birçîbûnê û hate gotin, “Em parlamenterên jin, nikarin li pêşberî vê rewşê bêdeng bimînin. Mîna ku Guven jî diyar dike, em jî dibêjin; divê Tirkiye Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê bi cih bîne ku mohra xwe daniye binî û tecrîdkirina Ocalan tavilê bi dawî bike.
Em bang li hikûmeta federal dikin; zexta siyasî li Tirkiyeyê bike ku partnerekî te yê girîng e.”
Deklarasyon bi pêşengiya Parlamentera Keskan a Parlamenta Eyaleta NRW Berîvan Aymaz û endama Meclîsa Eyaleta Hamburgê Cansû Ozdemîr ve hate amadekirin.
BERLÎN