Greva birçîbûnê ya Yûsûf Îba ku li bajarê Kanadayê Torontoyê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî, di roja 27’an de ye. Dayik çûn serdana Yûsûf Îba.

Yûsûf Îba ku li Navenda Gelê Kurd a Torontoyê di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye, xwedî moralekî xweş e. Bi sedan Kurdistanî rojane diçin serdana Îba. Yên ku herî dawî çûn serdana Yûsûf Îba, dayikên ji Bakurê Kurdistanê bûn. Dayikan pê re sohbet kir, jê re stran gotin û diyar kirin ku ew xwedî li çalakiya Yûsûf Îba derdikevin.

 

TORONTO