
Nobeda Azadiyê, ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê girtin, di hefteya 232. de ji aliyê dayikên şehîdan û endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve tê girtin. Nobet vê hefteyê ji aliyê dayikên kurd Rabîa Nas, Diya Hozan, Seyran Yildirim û Hêlîn Amed ve tê girtin. Dayikên Kurd ji roja Yekşemê û vir ve, tevî hewa cemidî ku carna dadikeve 3 pile li binê sifirê, ji serê sibehê heta êvarê nobedê digirin.
Li ser navê koma TJK-E’yî Hêlîn Amed axivî û diyar kir, mirovên li derdorê bi baldarî çalakiya wan dibin û ew jî li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd û têkoşîna azadiyê agahiyan didin.
Çalakgeran bi navê Rabîa Nas, ku du zarokên wê di nava refên têkoşîna azadiyê de şehid bûye got, “Heta ku Tirkiye, dewletên Ewropa û DYA tecrîda li ser Rêberê me rakin, azad bikin û li dora maseya muzakereyê rûnên, ev çalakiya me wê dewam bike.” Seyran Yildirim ji bajarê Bochûm ê Elmanyayê hatiye û got, ew dixwaze daxwaza azadiya Ocalan ji tevahiya cîhanê re ragihîne.
Diya Hozan jî, ku keç û kurekî wê di nava têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye, tevî emrê xwe yê dirêj jî, tevlî nobeda azadiyê bûye.
ANF / STRASBOÛRG