AXÎN TOLHILDAN / ANHA / QAMIŞLO

Jinên ku li Qamişloyê tevlî meşa ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî dayikan bûn, û wan diyar kir ku berxwedan wê bidome.

Endama Tevgera Azad a Jinên Êzîdî li Ewrûpayê (TAJÊ-E) Cazya Husen Havrano, Menîfe Saît Cûma ya ji Tirbespiyê û endama Kongreya-Star a Saziya Malbatên Şehîdan Necah Gulo diyar kir ku dayikên Kurd bi tenê nînin.

Cazya Husen Havrano diyar kir ku ew gelekî serbilind e ji ber ku tevlî van çalakiyan bûye û got, “Min silavên jinên li Şengalê û Ewrûpayê ji we re anîn. Ji bo ku em piştgiriyê bidin dayikên aştiyê û hevalên di greva birçîbûnê de ne, em li vir in. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe, em ê li ser şopa hevalên xwe yên girtî, gerîlayên xwe û Leyla Guven bin.”

Havrano diyar kir ku ji Rojava heta Amedê, ew bi rêzdarî bejna xwe li ber çalakgerên greva birçîbûnê û Leyla Guven ditewîne û got, “Bi navê Meclîsa Jinên Êzîdî, ez dibêjim; em ê heta dawiyê bi wan re bin û silav û hurmetên xwe ji wan re radigihînim. Em heta dawiyê bi berxwedana wan re ne, em ê li ser şopa Rêberê xwe Abdullah Ocalan û şehîdên xwe bin. Bila Erdogan zanibe, dayikên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û Ewrûpayê bi tenê nînin.”

Em ê dewleta Tirk jî têk bibin

Menîfa Saît Cûma jî zilma dewleta Tirk a li dayikan şermezar kir û got, “Di destê wan dayikan de ne çek ne jî tiştekî din ê ku karibe zerarê bide heye. Tevî vê yekê jî êrişî dayikên me yên temendirêj dikin. Em piştgiriyê didin dayikên xwe ku li dijî dijmin li ser piyan in.

Divê gelê me jî xwedî li wan derkeve. Yekane daxwaza wan ew e ku zarokên wan ji zindanan derkevin û dawî li tecrîdkirina Rêberê me bê anîn. Mîna her gelî em jî dixwazin Rêberê me di nava me de be, bi me re be. Bila her kes li dijî vê zilmê derkeve û çi ji dest tê bike. Li Rojava 11 hezar şehîdên me hene, ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo pêkhatina aştiyê, ji bo Leyla Guven û hevalên wê em amade ne 11 hezar şehîdên din bidin. Me dawî li DAIŞ‘ê anî, em ê dewleta Tirk a faşîst jî têk bibin.”

Dayik wê li ber xwe bidin

Endama Kongreya-Star, Necah Gulo jî got, “Mîna her demê em xwedî li hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de derdikevin. Hêzên navneteweyî û dewletên Ewrûpayê yên li pêşberî vê bêhiqûqiyê bêdeng, em careke din şermezar dikin û dibêjin; bes e ji bêdengiyê re. Em ê timî bi dayikên xwe û zarokên xwe re bin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe, em ê dest ji berxwedanê bernedin. Em ê li meydanan bin. Bila Erdogan zanibe; me çawa êrişên DAIŞ‘ê têk bir, wê dawî li Erdogan jî bê. Dayik wê heta azadiya civakê û Rêberê xwe li ber xwe bidin.”