KAWA TOLHILDAN / BEHDÎNAN

Gerîlaya Hewraman ya bi navê Aryen Argêş ku bi eslê xwe ji herêma Hewraman e. Hewraman dikeve navberê bajarên Merîwan û Sinê û bi ola Yarsanî tê naskirin. Gerîlaya Hewraman Aryen Argeş li ser ol, çand, nêzîkatiyên civakî ya ola Yarsanî axivî û got, ‘’Yar tê wateya heval û San tê wateya pêşeng ango hevala pêşeng. Wek tê zanîn Yarsanî û Elewî û Êzîdî Mîtra wek xwedavenda xwe dibînin ango baweriya wan Mîtraîzm e. Di Yarsanî de tiştên herî pîroz yek jê mar e û bi taybet marên reş û spî. Dibêjin mar xwe li derdora porê dayika Mîtra dialîne ji bo neyê jêkirin, ya din masî ye li gel me xwarina masî qedexe ye ji ber ku dema Mîtra dikeve avê ji bo xwe ji êrişekê biparêze masî xwe li dora Mîtra kom dikin. Tişta din a pîroz tav e, ji ber ku her derê ronî dike û bi xêr e. Dîsa di Yarsanî de agir pîroz e, ji ber germahiyê belav dike û tefandina wê qedexe ye. Heyv jî ji ber şevê ronî dike pîroz e, dîsa av xwedî pîrozahiyekî ye ji ber paqijî û zelaliyê çêdike û herî dawî jî por e, ji ber porê Mîtra dirêj bû. Di Mîtra de hinar bi kêrê nayê jêkirin bi destan jêdikin. Di alî pêşengtiya civakê de piştî dayika Mîtra kizil paşa û Sanshak vê rolê dilîzin. Şêwazeke ku ibadet pê tê kirin jî her kes kom dibin û bi ahengeke mezin li sazê didin.’’

Dayik pîr û pêşengên me ne

‘’Di ola Yarsanî de bihuşt û dojeh nîne lê dema mirov ji dayik dibe digrîn û dibêjin hatiye cîhaneke xirab û dema mirov dimre şahî dikin û dibêjin ji vê cîhana xirab çû. Heger mirov baş be piştî ku bimre ew dîsa weke çîçekekê an jî darekê zindî dibe lê heger xirab be wê dîsa wek mirov zindî bibe. Di civaka me da rolê dayikê sereke ye. Dayik jiyanê tevahî bi rêve dibe, ev çanda ji Mîtraîzmê tê, dayika Mîtra ji bo me sembola herî bilind di ola Yarsanî da ye, ji ber vê yekê dayik jî xwedî roleke bi vî awayî ne. Di heman demê de yê ku civakê bi rêve dibin dîsa dayik in, ango zilam nabin pîr. Ji ber vê sedemê sonda herî mezin li gel Yarsanan bi keziya dayikê ye. Bêguman ev sond jî bi hêsanî nayê xwarin’’

Rejîm Yarsanî kafir dibîne

‘’Rejîma Îranê ola Yarsanî wek oleke kafiran dibîne û di nav sîstemê de qedexe dike, nahêle biçin dibistanan lê bêguman di nav sîstema Yarsanan de, sîstema parastina rewa ya piralî heye, ji ber ew bi xwe perwerdeya xwe dibînin. Piştî ku mirov dighêje 10 saliya xwe parastina civaka xwe dike, li kêlek vê herêma me xwe ji dewletê qut kiriye û tiştekî ji dewletê nakire, lê di serî bi riya çandiniyê ew hemû pêdiviyên xwe bi cih tînin û amûrên jiyanê bi xwe diafrînin. Mînak li gel Hewraman pêlav têne çêkirin navê wî kilaş e ew ji çerm û hiriyê bizinê çêdibe, dîsa cilê mêran navê wê çoxoranîk e ev cilekî qedîm û bi heybet e. Lê li gel jinan hemû cil bi şêweyekî ku dişibe tavê çêdikin ev jî pîrozahiya tavê diyar dike.

Min xwest bêhtir fêhm bikim

Hê di zaroktiyê de min tevgera azadiya Kurdistanê nas kir. Jixwe herêma me ji tevgerê ne dûr bû. Bêguman weke her zarokekî Kurdan di gavên despêkê de min seresere nas dikir, lê piştî ku birayê min sala 2014’an tevlî refên HPG’ê bû ez pir kelecanî bûm û min xwest ku ez bêhtir fêm bikim. Piştî demekê birayê min ji min ra pirtuka, ‘’Divê Mirov Çawa Bijî’’ ya Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan şand û pir bandor li min kir. Birayê min ji bo min mînak bû û me gelek ji hev hez dikir, kesayetekî pir sakin bû û sekna wî li hemberî jinê bi rastî bal dikişand.