Şoreşa Rojava ku di 19 Tîrmeha 2012'an de bingeha saziyên gel avêt û mekanizmayên rêveberiyê çêkirin, bingeha jiyana hemû gelan dihûne û ji aliyê din ve jî axa xwe li hemberî êrişên çeteyan diparêzê û li hemberî wan têdikoşe. Şêwaza jiyana ku li Rojava tê avakirin ji aliyê gelek derdoran ve wek "Modela Rojhilata Navîn" tê destnîşan kirin. Dayîkên gerîlayên PKK'ê yên ku jiyana xwe ji dest dane diyar kir ku şoreşa Rojava mîrata zarokên wane.


'Şerê me ji bo azadiyê ye'

Dayîka bi navê Zalîha Ozkan ya 55 salî ku 3 zarokên xwe di nava refên PKK'ê de windakiriye diyar kir ku hişê wî herdem li ser şervanên YPG'ê yên ku li hemberî çeteyan şerdikin ne. Ozkan diyar kir ku sedema hebûna çeteyan ya li Rojava Tirkiyeye û wiha got: "Serokwezir Erdogan herdem aştiyê tine ziman. Erdoganê ku ji Rabîa ya Misirêre digrî çima ji qetliyama Rojavare bêdeng dimîne? Dijberê vê alîkariya çeteyan dike. Bila dawî li vê durûtiya xwe bîne. Em li hemberî hemû şeranin, lê kurd bi tenê ji bo ku li ser axa xwe bijîn û xwe bi parêzin şer dikin. Ez dayîka kurdan, Ereban, tirkan û çerkezanim. Li ku derê şer derbikeve ezê xwe li wir bikim çeper bila êdî kes nemire."

'Piştgiriya Rojava bikin"

Dayîka bi navê Zeynep Al ya 64 salî ya zarokek xwe di nava refên PKK'ê de winda kiri wiha got: "Wê derê mîrata zarokê me ye ku ji me re maye divê em wê derê wek zarokek azad yê ku ji nûve dayîk bûye mezinbikin." Al anî ziman ku êrişa çeteyan ya li hemberî destkeftiyên kurdan şermezar dike û wiha got: "Înşallah Rojava di demek kurt de ji çeteyan tê paqij kirin. Em kurd herdem hatin xapandin. Êdî em nayên xapandin. Divê em hemû kurd xwedî li şoreşa Rojava derkevin û pişgiriyê bikin."

'Divê Barzanî vê yekê nekiriba'

Fatma Akbaş ya ku kurê xwe di nava refên PKK'ê de winda kiri jî ji bo Şervan Muslim ê ku di nava refên YPG'ê de jiyana xwe ji dest dabû ji malbata Salim Muslîm re sersaxî xwest û wiha got: "Şehîdê wî şehîdê hemû kurdane. Ez dayika şehîdim ez şoreşa Rojava silav dikim. Divê em kurd bibin yek ger em nebin yek ên wek Erdogan me bi hêsanî berdidin hev. Ger Barzanî bi Erdogan ra tevbigere emê wî nasnekin. Bila hişê xwe bigre serê xwe divê ev yek bi gelê xwe nekiraba. Divê em li şehîdên xwe, li Rojava û çar parçeyên Kurdistanê xwedî derkevin."

DÎHA/RIHA