Li Amedê doh dayikan çalakiya xwe tevî êriş û astengkirinên polîsên dewleta tirk jî bir serî û peyama, ew ê zarokên xwe tenê nehêlin da. Dayikan ji wezîrê dadê yê Tirk jî xwest bi ya gotinên xwe bike, û tecrîdê rake.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê greva birçîbûnê û rojiya mironê li hepsan dewam dike. Qederê 7 hezar hepsiyan di grevên birçîbûnê de ne û ji 30 Nîsanê ve 15 û ji 10 Gulanê ve jî 15´ên din, bi giştî 30 hepsî jî di rojiya mirinê de ne. Dayikên Berxwedêran jî weke dayikên laçik spî, her roj ji bo zarokên xwe ji Gebze heta bi Edeneyê, ji Stenbolê heta Amedê xwedî li zarokên xwe û çalakiya wan derdikevin. Dayikên ku doh li Parka Koşuyolu ya Amedê çalakiya rûniştinê kir, guh neda dorpêça polîsan û heta bi avahiya TUAY-DER´ê meşiyan.

Dayikên hepsiyên berxwedêr ên Laçik (Çarik) Spî bi rengekî ku polisên dewleta Tirk a dagirker û maşîneyên wan ên êrişa li dijî civakê TOMA´yan dor li wan girtibû, li tenişta Parka Koşuyolu kom bûn, saetekê li wir çalakiya rûniştinê kirin û paşê meşiyan avahiya TUAY-DER’ê. Dayikan li vir daxuyanî da û diyar kir ku ew nikarin li mirina zarokên xwe, tenê temaşe bikin û bang li Wezirê Dadê yê dewleta Tirk kir da ku li gorî gotinên xwe gavan biavêje.

Polîsan êrişî rojnamevanan kir

Dayikên Laçik Spî yên ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Îmraliyê li girtîgehan di greva birçibûnê û rojiya mirinê de ne, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe, roja 19’an li pêş aşê tenişta Parka Koşuyolu ya Amedê kom bûn. Polîsên dewleta Tirk û maşînên wan ên êrişa civakê TOMA´yan dîsa li dijî dayikên Kurd bûn. Dayik li Parka Koşuyolu ya li Baxlera Amedê kom bûn û wan dest bi çalakiya rûniştinê kir. Piştî ku dayik kom bûn, polîsên dewleta Tirk, tevî TOMA’yan dor li dayikên berxwedêr girt. Rojnamevan ku hatin meydanê, xwestin dîmen û wêneyên dayikan bigirin jî rastî zor û zilma polîsên dewleta dagirker hatin. Polîsan hewl da ku nehêlin rojnamevan çalakiyê bişopînin û ew asteng kirin.

Dayikan guh neda polîsan û meşiyan

Dayikên berxwedêr bixwe di bin dorpêça polîsan de dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Amed ranezê, deng bide zindanan” gotin. Dayikan piştî ku saetekê li vir çalakiya rûniştinê kir, wan dest bi meşa ber bi avahiya TUAY-DER’ê ve kir. Dayikên ku tevî dorpêçê çalakiya rûniştinê li dar dixist, piştî çalakiyê, bi dirûşmeyên “Zext me bêzar nakin”, “Heq, hiqûq û edalet wê li zindanan bi pêş bikeve” meşiyan avahiya TUAY-DER’ê.

Wezîro, bi ya gotinên xwe bike!

Dayikan di meşê de dirûşmeyên “Amed ranezê, li zindanan xwedî derkeve”, “Silav silav ji zindanan re hezar silav”, “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bijî berxwedana Zindanan” gotin. Dayikan li pêş TUAY-DER’ê daxuyanî da û bang li wezîrê dadê yê dewleta Tirk kir.

Dayikan li vir jî daxuyaniya xwe di bin dorpêça polîsan de da. Dayikan ji Wezîrê Dadê yê dewleta Tirk Abdulhamit Gul xwest ku gavên şênber bavêje ji bo ku teahuda wî beriya niha kirî, di pratîkê de bi cih bê. Wan ji wezîr re got, bi ya gotinên xwe bike.  Li ber avahiya TÛAY-DER’ê li ser navê çalakgeran Xezal Yildirim a ku dayikeke yekê ji hepsiyên berxwedêr e, got, “Em naxwazin zarokên me bimirin. Em ji vir bang li Wezareta Edaletê dikin. Em dixwazin tecrîd were rakirin.”

Parlamenterên HDP’ê Saliha Aydeniz, Semra Guzel, Hişyar Ozsoy, Remziye Tosun û Musa Farisiogullari tev li daxuyaniyê bûn.

MA/ AMED