Ji bo ku dengê girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne li derve bigihînin raya giştî, dayik ev 8 roj in li ber Hepsa Bakirkoyê rûdinin. Doh jî li gel hemû astengiyên polîsan jî çalakiya rûniştinê kirin.

Di çalakiyê de parlamenterên HDP’ê Omer Ocalan û Zuleyha Gulum û parêzer hazir bûn. Dema ku dayik ber bi hepsê ve meşiyan, polîsên Tirk pêşî li wan girt. Parlamenter Gulum û Ocalan helwêst nîşan da û ji Midûrê polîsan re got, ‘’ji kengî ve rûniştin qedexe ye?’’

Omer Ocalan li ser gotina ‘sûcdarê terorê’ ya ku Midûrê Polîsan ji bo girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de got, îşaret bi polîs, dozger, esker, dadgerên ku ji FETO hatine girtin, kir û got, ‘’Sibe kî wê ji sûcê terorê têkeve girtîgehê ne diyar e.’’

Omer Ocalan astengiya polîsan weke bêhiqûqî bi nav kir û got, ‘’Hûn bi emir û fermanan dixebitin.’’ Piştî ku Midûrê polîsan got, ‘’Fermanê ez didim, ez Midûrê polîsan im”, Ocalan got, ‘’Heke talîmatan tu didî, talîmata te li dijî qanûnan e. Hûn nikarin bi hestên xwe biryaran bidin û tevbigerin. Ev dayik hemû 60-70 salî ne, ji bo aştî û demokrasiyê hewl didin.’’

Polîsan her wiha nehişt ku nûçegihan wêne û dîmenan bigirin. Dayik nêzî 10 deqeyan li ber hepsê rûniştin û bi dirûşm û lîrandinê ber bi avahiya navçeyê ya Şîrînevler a HDP’ê ve meşiyan.

 

 STENBOL