
ZEYNEP TURGUT / JINNEWS / WAN
Li navçeya Elbaxê dayika Şerîfe bi salan e ku ji giya û nebatên li Kurdîstanê şîn dibin, dermanan çêdike û nexweşiyan bi dermanên xwe yên xwezayî derman dike. Dayika Şerîfe diyar dike ku sedema peydabûna nexweşiyan, bikarneanîna giyayên Kurdîstanê ye û dibêje, her giyayek dermanek e.
Ji dîrokê heta niha li Kurdîstanê jin ji rehikên, rîş û kokan, ji giyan û nebatan dermanan çêdikin û bi vî awayî siheta xwe baş dikin û xwe ji nexweşiyan diparêzin yan jî nexweşiyan jê dibin û mirovan rehet dikin. Gelek jinên Kurd hene ku hîna ev xisleta xwe ya jiyana civakî û xwezayî wenda nekirine û mîna rêûresmekê li hemû war û meydanên jiyana xwe wê dewam dikin. Li navçeya Wanê Elbaxê, dayika bi navê Şerîfe Mete, ev 20 sal in ku ji reh û rîşên giyayan û ji giyayan bixwe dermanan çê dike û jinên li taxê, Şerîfeyê wekî doktor dibînin û bi dermanên vê Doktora Kurmancî, ango Dayika Şerîfe, şifa xêrê li wan dibe.
‘Bikarneanîna giyayên Kurdîstanê nexweşiyan zêdetir dike’
Dayika Şerîfe, diyar dike ku dermanên herî dewlemend li çiyayên Kurdîstanê şîn tên û wiha dipeyive: “Jinên Kurd ji berê ve her tim bi rihekên giya ku li zozanan û çiyayan şîn bûne, tendûrîstiya xwe parastine. Di xwezaya jinan de afirandin heye. Her giyayekî çiyê derman e. Lê mixabin niha her roj êşên cûr bi cûr zêdetir dibin û di tibê de jî bi ti awayî dermanên van êşan nayê dîtin. Tib a niha ji xwezayê dûr e. Dermanên kimyewî zêde tên bikaranîn. Ev jî nexweşiyan zêdetir dike. Ji demên berê û heta niha dayikên me her tim dermanên ji giyayan hilberandî bi me re parve kirine. Ez jî ev 20 sal in ku ji giyayên çiya derman çêdikim û dikim nav her xwarin û vexwarinê. Her rihekek û giyayek ji bo nexweşiyekê derman e. Ev 20 sal in, ez naçim nexweşxaneyê, ez bi xwe dermankirina xwe dikim û siheta min jî pirr baş e.”

Dermanên li dijî sêrbûnê
Dayika Şerîfe, dide zanîn ku ew jinên ku bi bar nabin, ango ducanî nabin û sêr in jî bi dermanên xwe derman dike û dibêje, hemû jinên li taxê jî bi dermanên xwe wê derman kirine û wiha dewam dike; “Ez havînê dest bi komkirina giyayan dikim. Piştre jî ji her gulekê û rihekê kom dikim û wan hişk dikim. Gava ku ev derman hişk bûn, ez dikim nav xwarin û vexwarinê. Li taxê, gava ku nexweşiyek çêdibe, tên cem min, ez bi dermanên xwe wan derman dikim. Di nav cûreyên gul û kulîlkan de dermanê herî bi hêz ji gula bawijan tê çêkirin. Gula bawijan ji bo nexweşiya şekir, tansiyon û sererastkirina reglê pirr baş e. Li Tirkiyeyê hîna giyayên Kurdîstanê nehatine bikaranîn. Lê her giyayekî Kurdîstanê derman e. Sedêma zêdebûna nexweşiyan ne bikaranîna dermanên xwezayî ye. Li cîhanê, em xwedî erdnigariyeke dewlemend in. Lê mixabin em ji vê erdnîgariyê sûdê wernagirîn.
Nexweşiyek hebe, giyayek dermanê wê ye
Dayika Şerîfe, herî dawî balê dikişîne ser dermanên ku ji her nexweşiyekê re dibin derman û wiha pê de çû; “Fasûliya reş heye, ev ji bo nexweşiya kezebê pirr baş e. Giyayê qar heye, ev giya tenê li çiyayê Kurdîstanê şîn dibe û ji bo nexweşiya bawesîrê pirr baş e û dermanê vê nexweşiyê ye. Hevîzana zirav heye, ev jî ji bo kezeba reş pirr baş e. Ez ji bo nexweşiya çavan jî giya hûr dikim û dikim nav dermanê çavan, ev jî nexweşiyê sivik dike û mirov hem zelaltir dibîne hem jî çav ji nexweşiyên beyanî diparêze. Her giyayek dermanê nexweşiyekê ye.”