Çîroknivîs, mamosta û têkoşer Ehlam Mensûr yek ji jinên dadperwerên civakê, bi cesaret  bû. Mensûr hembêza xwe ji bo hemû ew kesên ku bê hêlînin vedikir, ji bo hest bi tenêbûnê neke, lê belê xwe bi tenê û ligel pakêta cigareya xwe di odeyekî tijî dûmana hesreta xwe de, ji berî sê salan jiyana xwe ji dest da.

Ehlam Mensûr Emîn di sala 1951’an de li navçeyê Xaneqîn a Silêmaniyê ji dayik bûye û dibistana seretayî li wir kuta kiriye. Di sala 1970’an de dibistana amadeyî û di sala 1974’an de jî beşê zimanê Kurdî li Zanîngeha Bexdayê xilas kiriye. Di heman demê de Ehlam hevreya  sembola jina Kurd şehîd Leyla Qasim bû û gava qala Leyla Qasim dihat kirin, nedikarî xwe bigire çavê wê tijî rondik dibûn.

Ji salên 1980’an ve dest bi nivîsandina çîrok û romanên bi zimanê Kurdî kiriye. Yek berhema wê bi navê Amereş bû ku qala bûyerên rast ên Xaneqînê dikir. Di sala 1981’an de komek çîrok bi navê ‘Pir’ berhev kir û piştre jî bi nirxtirîn berhema bi navê ‘Elwen’ nivîsî û weşand. Di sala 1999’an de jî dest bi nivîsandina kurtçîrokên Kurdî kir.


Bi dehan berhem li pey xwe hişt

Mamosta Ehlam yek ji mînakên têkoşerên jin ên Kurd bû. Piştî serhildana 1991’an bi xewn û xeyalên xwe ji Ewrûpa vedigere Kurdistanê û li paytexta rewşenbîrî Silêmaniyê bi cih dibe.

Ehlam weke jinekî nivîskar a heya dawiyê bi cesaret di hat naskirin û di haman demê de mamostayê beşê ragihandinê yê Zanîngeha Silêmaniyê. Ehlam ji rojnameyan re gotarên derbarê newekhevî, sitemkadarî û çewisandin,  bêhûqiqiya rojane de dinivîsand. Nexwasim ji bo rojnameya Çetir dinivîsî û yek ji damezinera rojnameya Çetir bû. Her wiha dehan berhemên nirxdar li kelopora Kurdî zêde kir.


‘Zîhniyeta mêrane nedipejirand’

Rojnameger Bêrîvan Mihemed ku wê demê di desteya edîtorên rojnameya Çetir de cih digirt derbarê Mamosta Ehlam de wiha got: “Axaftin li ser mamosta Ehlam gellek giran e. Mamosta Ehlam ji bo min û dehan kesên weke min dibistana ramanî û weke dayikê bû. Ew jinekê sosyalîst û şoreşger bû. Ehlam kesekî şoreşger û kêrhatî bû. Rexneyên wê derbarê rewşenbîr û desthilariya Kurd de hebû. Ew zihniyeta ku îro li Herêma Kurdistanê jinan bê îrade dike nedipejirand.”


Xwedî têkoşîna Ehlam û Leyla Qasim derkevin

Bêrîvan diyar kir ku Ehlam û Leyla Qasim du jinên şoreşgerên ji Xaneqînê ne û wiha ragihand: “Pêwîst e hemû jinên Kurd û bi taybet jinên Başûrê Kurdistanê ne tenê ji bo wan bîrdariyê li dar bixin, di haman demê de divê xwedî li têkoşîna wan jî derkevin û ji xwe re weke mînak bigirin. Ji ber ku ew dîroka me ne. Ehlam di hemû warî de rastgo bû. Tişta dixwest di jiyanê de pêk tanî. Di her warî de mamosta bû. Her tim dilê wê bi germî lê dida. Xwedî dehan çîrok, roman û berhemên cûda bû. Di 9’ê Çileya sala 2009’an de li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da”

Herî dawî Rojnamevan Bêrîvan Mihemed got: “Wasiyeta Ehlam Mensûr ew bû ku, piştî mirina wê li Qendîl, di nava gerîlan de bê bin ax kirin, lê mixabin birin li Xaneqîn spartin axê û wesyeta wê bi cih neanîn.”



SALIH XIDIR/ROJNEWS