Jinên Kurd di têkoşînê de pêşeng, sazûmankar, rêveber û şervan in. Ji zarokên Kurd giştan û ji welêt re dayiktiyê dikin; him xwedî li hebûna Kurd û Kurdistanê derdikevin him jî can, jiyan û azadiyê diparêzin; bêhempa... Rûpelên dîrokê heta niha qala tu şoreş an jî tevgerên civakî ên ku mîna şoreşa Kurdistanê, bi deng û rengê jinan ve pêşketiye, nekiriye.
Dayika Xecê (Xetîce Altun)
Dayika Xecê (Xetîce Altun) di 93 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Barkir, çû û di deryaya nûrê de bû ronahî. Bi her helwest û gavê jiyana xwe ve bû sembola jina Kurd a kedkar, berxwedêr û serbilind. Dayika Xecê piştî sirgûniya ji Dêrsimê li Sariz a Kayseriyê tê dinyayê. Paşê du caran dîsa sirgûnî; Tuzluçayir a Ankarayê û Koln a Almanyayê. Zarokek û du neviyên wê di têkoşîna rizgariya Kurdistanê de şehîd dibin. Ew jî bêdudilî dikeve dû hêviya azadiyê ya ku agirê wê dikeve dilê zarokên wê. Lawê xwe Riza, bi çeka ku bi pereyê nanê malê dikire, dişîne şoreşê...
‘Bi girînê dijmin dilşa nakim’
Dayika Xecê di dirêjiya emrê xwe de tim û tim li hember neheqiyê û zordestiyê; him li ber derî him jî di hindirê zindanê de serbilind, berxwedêr e. Di Zindana Amedê de wexta ku îşkenceker Esad Oktay jê re dibêje “me lawê te kuşt”, ew bersiva “eger hûn wî bikujin, ez ê zarokên nû çê bikim!” dide.
Di serî de bi pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Kemal Pîr, Sakîne Cansiz, Mazlûm Dogan û ên din, bi hezaran şoreşgerên Kurdistanê re hevaltî dike û wan bi xwarina bi destê xwe çêkirî, têr dike. Nêviyên xwe jî bi çîroka şoreşgerên nemir mezin dike.
Şoreş çi ye, bedêla şoreşê çi ye; baş dizane. Di her rewşa giran de helwesteke şoreşgerî nîşan dide. Wexta xeberê şehadeta lawê xwe Haydar dibihîse, qet nagirî û dibêje “bi hezaran zarokên Kurd ên mîna yê min hene. Ez bi girî dijmin dilşa nakim!”
Kofî rastiya wê ya Kurdî
Dayika Xecê rastiya xwe ya Kurdî jî di dirêjiya emrê de li sirgûniyê û di bin zehmetiyê de tim û tim diparêze. Li ku derê be bera bibe, dest ji jiyana kurdewarî bernade û qet naxwaze kofiyê seriyê xwe biavêje. Li Ankarayê, rojekê zarokên wê dixwazin şûna kofî û kirasê wê, kincên bajarî lê bikin; lê ew vê yekê qebûl nake û di lixwekirina kofî û kirasê xwe de israr dike. Wana wek nirx û rastiya xwe ya civakî dibîne û naxwaze jê qut bibe. Yanî rastiyê, di rastiya kesayeta xwe û rastiya xelkî xwe de digere.
Dayika Xecê şeş salên xwe yên dawiyê bêbîr û li ser nivînê razayî li hember Ezraîlê li ber xwe da. Keça wê Xezal bi halê xwe yê nexweş, mîna ku li zarokekê xwedî derkeve, bi sebreke mezin û bi dilekî mezin lê mêze kir. Dayika Xecê belkî Kurdistaneke serbixwe û azad nedît, lê coşa pêşketina şoreşa Kurdistanê jiya û şahîdiya serbilindî û vîna azad a xelkî Kurd kir.
Dayikên Kobanê, azadiya Kurdistanê...
Keça wê Nurhayat Altun li ser cenazeyê diya xwe digot, “Dayikek, hevrêyek, jineke Kurd a dildara azadiyê bû. Dayê, tu di aramiyê de raze; heta ku em Kurdistaneke azad ava bikin, em ê di rêya te de bimeşin!” Îro li her çar parçeyên welêt, li her derê û li her qadê jiyanê keç û jinên Kurd bona pêkanîna vê hêviyê li ser pê ne.
Do ji Rojava çend fotografên komeke qelebalix ên jinên çekdar di ajansan de bi vî nûçeyî hatin weşandin: “Dayikên li Kobanê yên ku salên wan ji 40’î derbas bûne, bi navê ‘Tabûra Jinan a Şehîd Jîn’ yekîneyeke leşkerî saz kirin!” Wiha ye; dayikên Kobanê bêdudilî di rêya azadiyê de dimeşin, hêvî û daxwaziya Dayika Xecê pêk tînin. Ew jî mîna wê bi hestên dayiktiyê dibêjin, “doza xelkî Kurd yek e! Bera gule ji me re bên, tiştek li serê ciwanên me neyê!..”
Dayika Xecê û jinên Kobanê
Jin û jîn; sewa Kurdan du kelîmeyên tijî wate, tijî azadî û tijî jiyan in. Îro tam û wateya jiyana Kurdî bi têkoşîna jinên Kurd ve tê diyar kirin. Li sirgûniyê, li zindanan, li gund û bajaran, li serê çiyan; li hemberê dijmin bi dilawêrî, serbilindî û bêdudilî hewldan, berxwedan, jiyan. Besê, Zarîfe, Bêrîtan, Zîlan, Sakîne, Fîdan... û dayikên şehîdan... û dayikên berxwedêr ên mîna Dayika Xecê (Altun)... û jinên Kobanê...