Li Amedê dayik ev 14 roj in ji bo zarokên xwe çalakiyan li dar dixin. Polîsên delweta Tirk a dagirker ên ku xwestin bi TOMA û mertalên xwe dorê li dayikan bigirin, nikarîn çalakiya dayikan asteng bikin; dayikan peyama Em ê bi berxwedanê bi ser kevin da.

Dayikên ku zarokên wan li hepsan di çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, bi armanca piştgiriyê bidin daxwaza zarokên xwe, di roja 13’an de li Parka Koşuyolu kom bûn û dengê xwe bilind kirin. Xwişka Şafî Kayihanî, Sezen Kayıhan got, yên îro dilê wan bi me neêşe, sibê dilê wan bi yên din jî naêşe: “Heger îro hûn dengê xwe ji bo me dernexin, sibê kes dengê xwe ji bo we jî dernaxe.”

Çalakiyên dayik û xizmên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, roj bi roj li kolanan belav dibin û dewam dikin. Tevî hemû zext û şideta polîsên dewleta Tirk jî dayik ji bo piştgiriyê bidin çalakiya zarokên xwe dadikevin kolanan û dimeşîn. Li Amedê jî dayikên ku zarokên wan li hepsan di greva biçîbûnê û rojiya mirinê de ne, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya zarokên xwe ji 1’ê Gulanê ve li meydanan çalakiyan dikin.

Em ê bi berxwedanê bi ser kevin

Dayik îro 14 roj in tevî hemû êrişên polîsên dewleta Tirk a dagirker li Parka Koşuyolu kom dibin û edaletê dixwazin. Dayik doh dîsa li meydana di navbera Batikent û Parka Koşuyolu de gihiştin hev û di bin dorpêça polîsan de meşiyan. Dayikan di bin dorpêça polîsan de bê navber dirûşmeya ‘Biji Berxwedana Zindanan’, ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, ‘Leyla Guven rûmeta me ye”, “Hezar silav ji hevrêyên me yên li zindanan li ber xwe didin” û “Heq, hiquq û edalet wê ji zindanê bê” gotin.

Dayikên ku li vir kom bûn, çalakiya rûniştinê kirin.

Polîsan êrişî rojnamevanan kir

Polîsan li pêş rojnamevanên ku xwestin wêne û dîmenan bigirin û nûçeyê bişopînin, bi TOMA û maşîneyên zirxî barîkat ava kir û destûr neda ku rojnamevan çalakiyê bişopînin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Saliha Aydeniz, nerazîbûn nîşanî vê rewşê da. Piştî ku polîsan astengî derxistin, dayikan lîrand û bi tilîliyan dawî li çalakiya rûniştinê anî û meşiyan. Dayik bi dirûşme û tilîliyan ji barîkata polîsan bihurîn û çûn pêşiya avahiya TUAYDER a Batikentê. Dayikan demeke dirêj li pêşiya komeleyê dirûşme gotin û li çepikan da. Dayikan piştre li ber avahiya komeleyê daxuyanî da çapemeniyê.

Keftûlefta ji bo çareseriyê

Li ser navê dayikan doh xwişka Şafî Kayihan ê li Hepsa Wanê di Koma 2’emîn a Rojiya Mirinê de ye, Sezen Kayihan daxuyanî da. Kayihan bang li her kesî kir ku dengê xwe ji bo çalakgerên di grevê de derxin. Wê got, “Niha nerazîbûnê nîşanî me didin û dibêjin, ‘Hûn li ber deriyê dijmin li çi dikegerin’. Em li kezeba xwe digerin. Em li vir li edalet û mirovahiyê digerin. Îro tecrîd li ser Gelê Kurd hemûyî heye. Îro dilê wan bi me naêşe. Sibê dilê wan bi we naêşe. Em ewqas roj in ku li kolanan in. Ma qey kes dengê me nabihîze? Îro hûn li me xwedî dernekevin, sibê kes li we xwedî dernakeve. Em her roj li kolanan in. Em çareseriyê dixwazin. Bila ev tecrîd li ser gelê me rabe.”

Daxuyanî bi drûşmeyan bi dawî bû.

Li Licê 9 rojên mişt çalakî 

Bi heman armancê li navçeya Amedê Licê jî dayik ev 8 roj in li meydanan in. Dayik doh di roja 8´an a çalakiyên xwe de dîsa kom bûn û xwestin tecrîd bi dawî bibe û daxwazên zarokên wan pêk bên. Dayik li Parka Demokrasiyê kom dibin û daxwazên xwe tînin ziman. Doh jî li parkê rûniştin û bal kişandin ser daxwazên zarokên xwe. Dayikan diyar kir ku heta daxwazên zarokên wan pêk bên, ew ê li çalakiyên xwe dewam bikin.

Dayika Hasan Umut Guzel ê li Hepsa Tîpa T a Karabukê di grevê de, Necla Guzel got, piştgiriya cemaweriyê kêm e. Guzel, bang li hemû dayikan kir û xwest her kes beşdarî çalakiya wan bibe û piştgiriyê bide.

 

AMED