'Emê bibin mertalên zindî'
Hasan, diyar kir ku tehemûlên hestiyên zarokên me nakin û goristanên zarokên me dirûxînin û wiha got: "Em bi hezaran kîlometre rê hatinin çi dibe bila bibe emê goristanên zarokên xwe bi parêzin. Bi deh hezaran zarokên kurdan di girtîgehan de ne. Bi hezaran di îşkenceyan de seqet hîştin. Divê êdî dewleta tirk aramiyê bide gelê kurd." Hasan, bang li Serokwezîr Erdogan kir û wiha got: "Dê rojek dirok hesab li we bipirse. Em ne pirsin jî dê neviyên me û nevîcirkên me ji we hesab bipirsin. Ji bîr neke Erdogan tu û yên wek te jî herî dawî yê dikevin bin vê erdê." Hasan, anî ziman ku ew wek Dayîkên Aştiyê dê li hemberî rûxandina goristana bibin mertalên zindî. hasan diyar kir ku divê li gorî ruhê pêvajoya çareseriya demokratîk ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye dest pêkirin tevbigerin û wiha got: "Em aşitiyek bi rûmet bêhtir tiştek naxwazin. Şer hatiye ber derê me, dê di neçareseriyê de israr bikin wê demê ji şer wê detir tu çareya me namîne. Divê welatên Ewrupa biçin ser bûyêrên bi vî rengî û der barê wan bûyeran de lêkolînê bikin."
Aktîvîsta Dayikên Aştiyê ya Amedê Nevriye Kaçan diyar kir ku ew destûr nadin hilweşîna bîrdariya şehîtgehê û wihagot: "Dewlet ji hestiyê cenazeyên kurdan jî ditirse. Ji ber ku ji gorên me ditirsin êrîşî gorên me dikin.
Aktîvîsta Dayikên Aştiyê Emine Deniz jî anî ziman ku ew ji bo "Şehîtgeha Ronahî" ji Ametê hatin Wanê û bagn li gelê kurd kir ku hemû gelê kurd dest bidin hev û yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin.
DÎHA/WAN