Dayikên Laçik Spî yên ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, doh jî li Amed, Stenbol, Gebze û Edenê çalakiya xwe dewam kir.
Li Amedê doh dayik di roja 22’an a çalakiya xwe de li Parka Koşuyolu bûn. Dayikan bal kişandin ser çûna parêzeran a Îmraliyê û got, “Heta tecrîd bi dawî bibe, emê çalakiya xwe li vir dewam bikin.”
Dayikên Laçik Spî dîsa li pêş Aşê Genim ê li tenişta Parka Koşuyoluya Amedê kom bûn û çalakiya xwe dewam kir. Dayikan piştî ku li Postexaneya Ofîs a Yenîşehîrê ji Wezareta Dadê re faks şand, meşiyan Parka Koşuyolu û çalakî li ber Aşê Genim dewam kir. Dayikan saetekê li tenişta Aşê Genim çalakiya rûniştinê kir. Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun û rêveberên HDP û DBP’ê yên navçeyan û yên bajêr jî tev li çalakiyê bûn û piştgirî da dayikan. Çalakiya rûniştine bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan”, “Emê bi berxewdane bi ser kevin”, “Girtiyên siyasi rûmeta me ne” û “Amed ranezê li zindanan xwedî derkeve” gotin, bi tilîlî û çepikan dengê xwe bilind kirin.
Em xwediyê çalakiya zarokên xwe ne
Dayik piştî rûniştinê derbasî avahiya Şaxa TUAY-DER’ê bûn û li wir daxuyanî da. Welatiyên derdorê jî bi çepik û tilîlîyan piştgirî da dayikan. Li ser navê dayikan Guler Yuksekbag a ku hevjînê wê Bakir Yuksekbag ev 25 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa T-1 a Rihayê girtî ye, diyar kir ku girtî li girtîgehê û dayik li derve di çalakiyê de ne. Yuksekbag anî ziman ku niha parêzer çûne Îmraliyê û hevdîtin didome û got, “Heger ku hevdîtin erênî be û tecrîd bi dawî bibe çalakiya me jî wê bi dawî bibe. Na heger tecrîd bidome çalakiya me jî wê bidome. Em li têkoşîna zarokên xwe xwedî derdikevin.”
Dayikan zora polîsan bir
Çalakiya li pêşiya Hepsa Gebzeyê jî doh di roja 44’an de dewam kir. Dayikên ku çalakiya rûniştinê kir, nerazîbûn nîşanî astengiya polîsan da û got, “Heta ku peyam ji Îmraliyê bê û bêjin çalakiyê bi dawî bikin em ê her roj li vir çalakiyê li dar bixin.”
Dayikên Laçik Spî û malbatên berxwedêrên hepsî, bi armanca balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe, dîsa li ber Hepsa Tîpa M ya Gebze kom bûn û di roja 44’an de çalakiya xwe dewam kir. Malbat li pêş Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Gemze kom bûn û bi tevlîbûna Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û Endamên Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din li maşîneyan siwar bûn û berê xwe dan Hepsa Gebzeyê. Dayikên ku bi otobusê hatin pêş girtîehê bi tilîlî û çepikan dest bi çalakiya rûniştinê kir. Polîsan xwest dayikan asteng bikin. Lê dayikan bi gotina “Ji bo zarokên me nemirin em li vir in” çalakiya xwe kir.
Bijî berxwedsana Leyla
Li Stenbolê jî malbatên girtiyan careke din xwest biçin pêşiya Hepsa Bakirkoyê. Malbat li ser rêya E-5’ê hatin ba hev. Ji xeynî parêzeran, gelek kesan jî piştgirî da dayikan. Dayikan xwest çalakiya rûniştinê li dar bixin lê polîsan nehişt. Dayikan jî biryar da ku heta Meydana Şîrînevlerê bimeşin. Di meşê de sloganên ‘Bijî Berxwedana Leyla’ gotin. Malbat piştre çûn Rêxistina Navçeya Bahçelîevler a HDP’ê.
Li Edeneyê jî çalakiya rûniştinê ya malbatên girtiyan li Parka Îsmet Înonu jî roja 13’an didome. Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari jî di nav de gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Polîsan dor li dayikan girt, dayikan çalakiya xwe ya rûniştinê bire serî.
Dayika bi navê Nejla Kocaman bang li Wezareta Edaletê ya Tirk kir û got, “Rakirina tecrîdê bi awayekî fermî eşkere bike.”
AMED/STENBOL